Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn

img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1036’emîn de li aqûbeta Bedîrhan Tuysuz pirsîn û gotin: "Lêpirsînek bi bandor ku dê li aqûbeta Bedîrhan Tuysuz eşkere bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere." 

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe didomînin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hatin cem hev çalakiya xwe ya 1036'an li dar xistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ferît Şenyaşar,  nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Ûmît Efe û gelek kes tevlî çalakiyê bû. 
 
Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bedîrhan Tuysuz ê ku di sala 1979'an de li gundê Kiliçin ê navçeya Curnê Reş a Rihayê ji aliyê çekdarên girêdayî Eşîra Bucak a ku bi kontrgerîla re têkiliyên wan ên nêz hebû, hate revandin pirsîn. Ûmît Efe metna daxuyaniyê xwend. 
 
Ûmît Efe, diyar kir ku di dawiya salên 1970'î de li Curnê Reş ku êrîş û mirin lê pêk dihat, rewşeke tund û tûj hebû û wiha got: "Nadîr Temel ê ku di 6'ê Gulana 1979'an de di hilbijartinê de weke namzetê serbixwe yê şaredariyê bû bi ser ket. Bi vî awayî Curnê Reş bû şaredarê yekemîn a ku siyaseta kurd bi dest xist. Piştî hilbijartinan li Curnê Reş rewşa tundûtûjiyê hîn xerabtir bû. Mehmet Celal Bucak, endamê Partiya Edaletê ya wê serdemê, di heman demê de serokê baskê Eşîra Bucak bû ku bi sedan çekdarên wê hebûn û bi dewletê re hevkarî dikirin. Îdîayên cidî yên ku bi kontrgerîla û operasyonên taybet re di nava têkiliyên nêz de ye hebûn.
 
Eşîrên ku li Rihayê bi wî re nebûn dibûn hedefa Bucakê. Bedîrhan Tuysuz ên ku li Sîwereg û Curnê Reş bi cih bûne yek ji van eşîran in. Bedîrhan Tuysuz kesekî ku li gund bi çandiniyê re mijûl dibû û di derdora xwe de jê dihat hezkirin û rêzgirtin. Di Mijdara 1979’an de bi sedan çekdarên Hakî Bucak ê ku ji Eşîra Bucakan e, bi ser gund de girt. Kurê Bedîrhan Tuysuz ê 13 salî û hevjîna wî rehîn girtin. Ji Bedîrhan Tuysuz re peyam şandin û gotin 'Malbata te li vem me ye, bê em biaxivin'. Li ser vê yekê Bedîrhan Tuysuz hat cihê bûyerê, lê bi zorê ew xistin wesayîtê û ew revandin.
 
Malbatê demildest serî li cendirme û qeymeqamtiyê da û xwest kurê wan ê revandî bê dîtin. Li ser îdiayên malbatê bi taybetî ku Bedîrhan Tuysuz li gundê Sogûtlu ya Bucakê bi darê zorê hatiye binçavkirin, lêpirsîn nehat vekirin. Di encamê de serlêdanên malbatê nehatin şopandin. 
 
Lêpirsînek bi bandor ku dê aqûbeta Bedîrhan Tuysuz eşkere bike. Ji bo daxwaza Malbata Tuysuz a 'Bila gorekî wî hebe' bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere." 
 
Çalakî bi dayîna qurnefîlan li qada dorpêçkirî bi dawî bû.

Sernavên din

16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin - HATE NÛKIRIN
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin