* Zanyarê siyasetê Ahme Murat Aykaç banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got: “Banga Ocalan ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, di heman deme de ji bo hevsengiyên hêzan ên li Rojhilata Navîn û siyaseta Kurdan a li herêmê jî xwedî potansiyeleke mezin e.”
* Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bûn. Lamî Ozgen ku di sala 2013’an di Şandeya Aqilmendan de cih digirt, wiha got: “Piştî bêdengbûna çekan, divê derbasî qonaxa muzakereyan bibin.”
*Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku li hemberî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê dewlet jî gavên şênber biavêje û da zanîn ku dê kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dane destpêkirin bi gavên nû bidomînin.
* Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku heke li hemberî banga Abdullah Ocalan gavên erênî bên avêtin dikare encamek jê were girtin û got: “Êdî dora îktîdar û dewletê ye. Hewceye parlamento jî berpirsyartiyê li xwe bigire.”
* Danişîna doza Mehmet Uytun ê 18 mehî ku bi fîşeka gazê hatibû qetilkirin sibe tê lidarxistin. Parêzerê Uytun, Yakup Guven, banga “Bila edalet pêk bê” kir.
* Danişîna doza parêzvanê walî Oguzhan Yucesoy ku destdirêjî li zarokekê kiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.00)
* MYK’a DEM Partiyê dê li Enqereyê bicive. (10.00)
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li navenda giştî ya partiye têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
* Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (11.00-19.00)
* Şaxa ÎHD’a Êlihê dê bi daxwaza tehliyekirina Nîmet Tanrikuluyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.00)
* Têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Amed, Şirnex û Edeneyê daxuyanî bên dayin. (12.00)
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li Kirşehîrê, li avahiya xwe daxuyaniyê bidin. (12.30)
* Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş dê têkildarî girtin û binçavkirinan li meclisê daxuyaniyê bide. (15.00)