NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de çalakî li dar xistin. Jinan, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên jin re name şandin.
Jinan li gelek bajaran di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî li dar xistin.
WAN
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Wanê bi pêşengtiya TJA, TUHAY-DER, DBP û DEM Partiyê ji girtiyên jin re name û kart hatin şandin. Jinan, li pêşiya Şaxa Navendî ya PTT’ê ya Wanê daxuyanî dan û Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay axivî. Her wiha Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê û pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê jî ji jinên girtî re kart û name şandin.
STENBOL
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re kart û pirtûk şandin.
Jinên ku li pêşiya Şaxa PTT’a Aksarayê ya li Fatîhê hatin gel hev, pirtûk û kartên amadekirin ji jinan re şandin.
EDENE
TJA û Meclisa Jinan a Edeneyê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tên ragirtin re pirtûk şandin. Jinên ku li pêşiya Şaxa PTT’a Cumhuriyetê hatin gel hev, kartên piştevaniyê û pirtûk şandin.
MÊRSÎN
Çukurova TUAY-DER’ê û TJA’yê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji Abdullah Ocalan û jinên girtî re pirtûk şandin. Li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê daxuyanî hate dayin.
Dayika Aştiyê Emîne Eren û rêvebera Çukurova TUAY-DER’ê Sacîde Yurtçîçek di daxuyaniyê de axivîn.
ENQERE
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê, Komîsyona Xebatên Jinan û Zayenda Civakî jî têkildarî 8’ê Adarê li pêşiya avahiya şaxê daxuyanî dan. Endama ÇHD’ê parêzer Nêrgiz Gornaz diyar kir ku destkeftiyên jinan ên bi saya têkoşîna bi sedan salan hatin bidestxistin, di bin êrişên sîstematîk de ne.