EDENE - Dadgeha Herêmî ya Edeneyê biryara dadgehê ya der barê 3 kesên ku bi çekan êrîşî buroya HDP'ê ya navçeya Yûregîrê kirin de red kir û îdîa kir ku sûcê 'gefa bi çekê' ya li dijî Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yûregîrê Dûrmaz Ozmen pêk nehatiye.
Di 16'ê Sibata 2022'an de Ammar Hasan, Beşşar Elalî û Mahmut Kendîrcî li navçeya Yuregîr a Edeneyê li dijî avahiya HDP'ê êrişeke çekdarî û teqemenî pêk anîn. Piştî ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yûregîrê Dûrmaz Ozmen der barê êrîşkaran de gilîname amade kir, piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dest pê kir, îdîaname hat amadekirin.
Di îdianameya ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin de, dozên Hasan, Elalî û Kendîrcî yên "Bê destur li cem xwe girtina an jî veguhestina madeyên metirsîdar", "hebûna çeka bê ruhsat", "bi çekê gef xwarin", "Zerardayîna avahî, tesîs an jî kelûpelên ji aliyê partiyên siyasî an jî rêxistinên pîşeyî ve tên bikaranîn" û "Endamtiya rêxistinê" cih girt. Dadgehê di 13'ê Tîrmeha 2023'yê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ji bo her bersûcan ji ber "çeka çekê bê ruhsat" 11 meh û 7 roj û ji ber sûcdariya bi çekê gef li Ozmen hatiye xwarin jî ji bo her bersûcan 10 meh, 2 sal 6 meh û 15 roj cezayê girtinê hat dayîn. Ji bo her bersûcekî ji ber "li cem xwe girtina û bikaranîna madeyên teqemeniyê" 500 TL û 3 sal, 6 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.
ÎDIAYA KU SÛC PÊK NAYNE
Di dema ku biryar li dadgeha temyîzê hat dayîn de 2'yemîn Odeya Ceza ya Dadgeha Ceza ya Herêmî ya Edeneyê dosya lêkolîn kir û di heman demê de ji ber bêhiqûqiyê hin hikmên wê hatin betalkirin. Dadgeha Herêmê biryara mehkûmiyetê ya li ser sûcê 'gefa bi çekê' ya li Ozmenê red kir û ev yek nîşan da ku delîlên şênber ên destekê didin gefxwarinê ya li cihê bûyerê. Hat gotin ku tevî gule li avahiya HDP'ê hatiye reşandin jî li ser avahiyê ti şop û delîl nehatine dîtin û ev yek nîşan dide ku hikûm ne hiqûqî ye.
ÇI BÛBÛ?
Di 16'ê Sibata 2022'an de welatiyên Sûriyeyê Ammar Hasan û Beşşar Elalî û welatiyê ji Sêrtê ye Mahmut Kendîrcî bi çek û madeyên teqemeniyê êrîşî avahiya HDP'ê ya Yuregîrê kirin. Di dîmenê kamera ewlekariyê ya ji du cihên cuda yên beriya êrîşê û piştî êrîşê de, dîmenê êrîşkaran balê dikişîne. Di dîmenên kameraya ewlekariyê yên li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya Yurgîr a HDP'ê de, ku li kolana Çukurovayê ye, 3 êrîşkar rasterast ji avahiyê ketin Goristana Asrî û ji wir sê molotof kokteyl avêtin; yek ket hundirê avahiyê, yê din jî ket ser pankartek ji avahiyê daliqandî, ya dawî jî li kolanê ket. Di dîmenên welatiyan de ku li ser bihîstina dengê êrîşê çûn kolanê, êrîşkar li nava goristanê reviyan.
Li gorî rapora pisporan a Midûriyeta Laboratûwara Ceza ya Herêmê ya Edeneyê, hat gotin ku çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn ji 7,65 kalîbre û 17 mm'yî ye û li gorî qanûna hejmar 6136'an çeka qedexekirî hatiye destnîşankirin û hat gotin ku qalikên vala yên 7.65 kalîber û 17 mm yên li cihê bûyerê hatine bidestxistin, ji vê çekê hatine avêtin.
MA / Hamdullah Yagiz Kesen