De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e

  • cîhan
  • 09:51 30 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê FLC CGIL’ê De Conca diyar kir ku bandora banga Abdullah Ocalan ne tenê bi herêmê re sînordar e û got: “Fikrên Ocalan, ji bo krîza demokrasiyê ya em dijîn çareseriyê pêşkeş dikin.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştî vê bangê PKK’ê jî 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Vê rewşê jî, nîqaşên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû kir. Lê tevî van geşedanan jî îktîdar û dewleta Tirk heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Di demên dawî de ji bo avakirina komîsyona li Meclisê hewldan hene lê hêjta gavek nehatiye avêtin. 
 
Li hêla din, li seranserî cîhanê piştgiriya ji bo banga Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe. Sekreterê Giştî yê Lombardiyayê yê Sendîkaya Karkerên Perwerdeyê ya Îtalyayê (FLC CGIL) Massimiliano De Conca têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. 
 
Massimiliano De Conca destnîşan kir ku biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e. De Conca, anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje. De Conca, bal kişand ser girîngiya fikir û azadiya Abdullah Ocalan û got: “Fikrên Ocalan ji bo krîza demokrasiyê ya heyî çareseriyê pêşkêş dike.”
 
‘BIRYARA ÇEKBERDANÊ NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE’
 
De Conca, destnîşan kir ku fesixkirina PKK’ê dawî nîne, destpêkeke nû ye û ev tişt anî ziman: “Pîvan û biryarên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin wergirtin bi dîtina min awarte ne. Destberdana ji tundiyê, pejirandina diyalogek ku gelan nêzî hev bike, çareseriya herî baş e vê demê ye. Ev yek dawîbûna demekê yan jî partiyekê nîne, destpêka rêyeke nû ya siyasî ye. Ev yek dawî nîne, destpêkeke nû ye. Ev yek, ji dirûşm û gotinên kongreyê ye. Bi taybetî, fêhm dikim ku ev yek dikare wan kesan bitirsîne ku tundî û mêtingeriyê di şerê navneteweyî de weke yekane çareseriyê dibînin. Li hemberî vê yekê Ocalan pêngaveke diyalogê pêşniyar dike ku dikare rêyeke hevpar a pêşketinê veke, ku ev yek jî yekane çareserî ye. Kongreya 12’emîn ji xwe re dike armanc ku tevgereke azadiyê ya hîn berfireh bide destpêkirin; ez vê fêhm dikim û piştgiriya wê dikim.”
 
‘FIKRÊN OCALAN DIKARIN HEMÛ ŞERÊN LI CÎHANÊ BI DAWÎ BIKE’ 
 
De Conca, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû şerên li cîhanê bi dawî bike û wiha domand: “Banga Ocalan ku di kongreya PKK’ê de hate qebûlkirin, ne tenê ji bo gelê Kurd, bi giştî ji aliyê polîtîkaya yekbûnê ve işaretê bi veguherîneke girîng dike. Gelê Kurd dikare bibe modeleke polîtîkaya civakî ku rêyeke demokratîk û rasteqîn pêşkêşî welatên din bike; ev yek jî rêyeke ku dikare şerên li cîhanê bi dawî bike.”
 
De Conca, destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK bi berpirsyariyeke mezin rabû. Divê dewleta Tirk biryarê bide. Ya wê berê xwe bide aliyê demokratîk an jî wê di rejîma heyî de bimîne. Ev yek tiştekî hêsan nîne û tenê bi dewleta Tirk re pêk nayê. Divê civaka navneteweyî jî hurmetê nîşanî pîvanên navneteweyî bide. Lewma divê Ewropa bi roleke hîn xurt rabe, divê Neteweyên Yekbûyî hîn çalak bibe, ku dewleta Tirk li gorî pîvanên navneteweyî tevbigere. Daxuyaniyên PKK’ê yan jî Ocalan ên ji bo guhertinê têrê nake. Divê piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayin.”
 
‘GAVA EWIL DIVÊ AZADIYA OCALAN BE’
 
Bi domdarî, De Conca anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî yên dewleta Tirk wê girîng bin û weke gava destpêkê jî got, divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. De Conca, wiha pê de çû: “Aliyê hember yanî dewleta Tirk jî divê guhertinan bike. Tişta ku destpêkê divê bike, azadiya Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye.”
 
Sekreterê Giştî yê Lombardiya yê FLC CGIL’ê Massimiliano De Conca bal kişand ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Bi dîtina min, gelek şerên li Ûkranya, Filistîn û Efrîqayê niha diqewimin pêwendiya xwe bi sînoran û fikrê dewletê heye. Ji ber vê yekê Ocalan bi cewhera pirsgirêkê girt. Heta ku sînorên siyasî û neteweyî hebin şer jî wê hebin. Ji ber ku sînoreke neteweyî û siyasî di heman demê de sînorên milkiyetê jî diyar dike. Li hemberî vê yekê civakeke ku her tiştî hevpar dike, civakeke welê ye ku astengî û sînor li pêşiyê nîne. Lewma ji bo jiyaneke bi hev re mirov dikare qala federasyoneke çandî bike. Fikrekî din ê bingehîn ê Ocalan beriya her tiştî ji jinan û ciwanan destpê dike. Dema ku mirov îro li tabloya navneteweyî dinihêrin, tenê mêr û çek hene. Halbûkî divê çareseriyeke cuda bê dîtin. Aşkea ye ku civaka bi serweriya mêr êdî xitimî ye û nikare paşerojeke hîn baştir pêşkêş bike. Li şûna vê yekê divê mirov ji ciwanan ku paşerojê temsîl dikin û ji jinan destpê bikin ku li derveyî civakê têne hiştin. Ev her du fikrên bingehîn ên Ocalan -konfederalîzma demokratîk û civaka ji jin û ciwanan destpê dike- fikrên şoreşger in ku serweran ditirsîne.”
 
‘ÇARESERÎ FIKRÊN OCALAN E’
 
De Conca, diyar kir ku divê lêkolîn li ser fikrên Abdullah Ocalan bêne kirin, piştgirî jê re bê dayin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê fikrên Ocalan bên lêkolîn, belavkirin û dewamkirin. Fikrên Ocalan ne tenê bi pirsgirêka Kurd re eleqedar in. Bêguman pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke girîng e. Lê belê îro pirsgirêka bingehîn pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji ber ku îro me tevlîbûn winda kir, rêyên tevlîbûna mirovan a li demokrasiyê winda kir. Halbûkî divê çareseriyeke nû bê dîtin û ev çareserî jî di nava fikrên Ocalan, di nava manîfestoyên wî de ye.”
 

Sernavên din

07/07/2025
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da