AMED - DBP û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û banga “Li dijî şer em li dora daxwaza aştiyê bibin yek” kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan. Di daxuyaniya DBP’ê de îşaret bi şerê li Filistîn, Sûriye û Ûkraynayê hate kirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo jiyaneke bi hev re ya demokratîk û aştiyane ya gelan hemûyan e.”
Hate destnîşankirin ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo paşeroja hevpar a Tirkan, Ereban, Lazan, Çerkesan, Elewiyan, Êzidiyan û hemû gelan gelekî girîng e.
Bi domdarî îşaret bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate ragihandin ku aştiyeke mayinde tenê bi ewlekirina mafên gelê Kurd, naskirina mafên çandî û perwerdeyê yên bi zimanê dayikê û pêkanîna şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan dibe.
DBP’ê got: “Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de banga me ye; werin em li dijî şer û hilweşînê mil bidin milên hev; têkoşîna demokrasî, edalet, azadî û wekheviyê mezin bikin. Paşeroja hevpar a gelan li ser bingeha aştiyê ava bikin. Li hemberî polîtîkayên şer ên ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê bûye, em bi hev re aştiyê qezenc bikin.”
DAXUYANIYA ÎNÎSIYATÎFÊ
Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de jî wiha hate gotin: “Di demekê de ku axaftin li ser gefa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê kirin, dewlet çekên xwe zêde dikin. Di polîtîkayên şer de destkeftiyên gelan nînin.” Înîsiyatîfê, bang li gelan kir ku dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mifteya aştiyê yekitiya neteweyî ye, ji bo aştiyeke mayinde û bi rûmet jî bang li hikûmetê hate kirin ku bi lez gavan biavêje.