NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” derket.
Hejmara 298’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” gihişt ber destê xwînerên xwe. Di vê hejmarê de rojnameyê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dîroka çapemenya azad, mafê hêviyê, parastina çandê.
Di hejmara nû de nivîsên nivîskar Guhara Hesen, Kurdistan Lezgiyeva, H. Halît Alaçati, Felemez Ulûg, Cahît Kirkkazak, Medenî Ferho, Ahmet Aktaş, Siyabend Aslan, Ehmedê Bira û Mehmet Şahîn cih girtin.