MÊRSÎN - Hunermendan diyar kirin ku bendewariya wan a ji komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ew e ku çand û hunera Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
Hunermend, li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê xwestin ku zextên li ser çand, huner û muzîka Kurdî werin rakirin û çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were misogerkirin.
Ji hunermendên Atolyeya Sanatolîa Kolektîfê Kadîr Çat, diyar kir ku divê piştgirî ji pêvajoyê re were kirin û xwest komîsyon zextên li dijî hunera Kurdî bixe rojeva xwe. Çat, bi bîr xist ku ji albûmên hatina qedexekirin heta konserên hatin betalkirin, ji sirgun, girtin û kuştina hunermendan heta gelek êrişên din, şahidiya gelek tiştan kirine û ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya ji komîsyonê ew e ku van êrişên di demên berê de hatine kirin lêkolîn bike û muzîk, huner, çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de misoger bikin. Ev pêvajo, rizgariya gelên Tirkiyeyê, rizgariya gelê Kurd û rizgariya çand û hunerê ye. Banga me ya ji bo tevahiya dostên me yên hunermend ew e ku piştgiriyê bidin vê pêvajoya aştiyê.”
HUNERMENDÊN LI SIRGUNÊ BANG KIRIN
Endamê Group Jorda’yê Erhan Yilmaz ku li Belçîkayê dijî û muzîka etno-otantîk dike, da zanîn ku zext û polîtîkayên zext, tunehesibandin û bişaftinê yên li dijî Kurdan ji dîrokê ve ye didomin û got: “Dê rojekê teqez fêm bikin ku bi van polîtîkayan nagihijin serî. Ji bo ev were fêmkirin jî berxwedaneke mezin hate kirin û bedelên giran hatin dayin. Niha tiştên girîng diqewimin. Ev pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji bo me hunermendên ciwan, muzîkjenên ciwan bû hêvî û kelecaneke mezin. Weke hunermendên li sirgunê tekane hesreta me ew e ku li welatê xwe vegerin. Tekane tişta ku dê vê hesretê bi dawî bike jî civaka demokratîk û sererastkirinên di qanûnan de ne. Em bi pêvajoyê re ne. Em ji birêz Abdullah Ocalan, ji gelê xwe û gelên Tirkiyeyê bawer dikin.”
'DIVÊ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ BI HUNERMENDAN RE NÎQAŞ BIKIN’
Hunermendê Rapê Sîmyager jî got ku hunermendên nifşê nû yekser ne bi zextan re lê bi polîtîkaya yektîpkirinê re rû bi rû ne. Sîmyager, wiha got: “Divê hunermend jî bibin parçeyekî pêvajoyê. Hem hunermendên Kurd hem jî yên Tirk û yên gelên din divê tev li pêvajoyê bên kirin. Ji ber ku divê azadiya xweîfadekirinê bi hunermendan re bê nîqaşkirin.”
BAL KIŞAND SER QADÊN AFIRANDINÊ YÊN AZAD
Muzîkjen Gulhan Bîşengê jî got: “Ji ber nasnameya Kurd û zimanê Kurdî gelek caran rastî astengiyan hatim. Peywira ewil a komîsyonê divê misogerkirina mafên çandî be. Weke muzîkjenek Kurd gelek caran rastî zextan hatim. Sansur, qedexe, polîtîkayên bişaftina çandî çendek ji van astengiyan e. Tevî vê jî min baweriya xwe ya ji bo hêza veguherîner a hunerê winda nekir. Divê daxwaza me ya hevpar ew be ku huner di nava sînorên siyasetê de neyê tengijandin û qadên afirandinê yên azad hebin. Hewceye peywira ewil a komîsyonê jî misogerkirina mafên çandî û avakirina qadên afirandinê yên azad be. Ev gav dê ji bo aştiya civakî û pêşerojeke demokratîk jî diyarker be.”
BANGA JI BO HUNERMENDAN
Hunermend Şîrîn Kaya jî da zanîn ku hunermend piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan, ew piştgiriyê didin aştiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin zextên ser çand û hunerê bên rakirin û ji bo vê jî komîsyonên lêkolînê bên avakirin. Em dixwazin li Tirkiyeyê her kes bi ziman û çanda xwe, bi awayekî azad hunera xwe bike. Em Tirkiyeyeke bêzext dixwazin û dixwazin ji ber stranan doz li tu kesan neyên vekirin. Em bihêvî ne, dê aştî were vî welatî. Ji bo vê jî em amade ne tişta dikeve ser milê xwe bikin. Lê divê hemû hunermendên li Tirkiyeyê dijîn piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em ê bi hev re bihêztir bin.”
MA / Abdulkadîr Ayten