NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku derdora Bendava Tişrînê şevê din careke din bi SÎHA’yan hatiye bombebarankirin.
Êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter û DAIŞ’ê yên li diî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) şevê din derdora Bendava Tişrînê ya li başûrê Kantona Kobanê bombebaran kirin. Hat diyarkirin ku Bendava Tişrînê di nava 24 saetan de du car e tê hedefgirtin. Têkildarî hûrgiliyên êrişê heta niha jî tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Li hêla din, du roj berê jî komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, hewl dan êrişî noqteyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê yên li dora gundê Til El-Lebanê yê li rojavayê bajarê Til Temirê bikin.