NAVENDA NÛÇEYAN - Li baxçeyên narinciyê yên li Taxa Kurtderesî ya navçeya Samandagê bi hinceta “îstîmlaqkirina lez” dar tên birîn.
Li Taxa Kurtderesî ya navçeya Samandagê ya Hatayê, di çarçoveya projeya xaniyên komelî de biryara “îstîmlaqkirina lez” hatibû dayin û pêvajoya darazê hêj didomiya. Tevî vê jî îro di danê sibehê de kemçe têketin taxê. Komên ku di danê sibehê saet di 06.00’ê de tevî polîs û TOMA’yan hatin herêmê, li nav baxçeyên narinciyê dest bi birîna daran kirin. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan, xwe avêtin pêşiya kemçeyan û hewl dan darên xwe biparêzin.