NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar ku ger li gor Peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin tevnegere wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, têkildarî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û muzakereyên li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Bahçelî parast ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û YPG jî muxatabê banga PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û ji biryarên fesixkirinê û çekdanînê ne muaf in û got ku daxuyaniya Balyozê Enqereyê yê DYA'yê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack a di 10'ê Tîrmehê de da ku gotibû "Yek netew, yek gel, yek artêş, yek Suriye" di cih de ye, lê belê daxuyaniya wî ya di 30'yê Tebaxê de dabû ku gotibû "Êdî artêşeke têkiliya wê bi PKK'ê re tüne ye heye; QSD û YPG" jî ew qas "xetere" ye.
Bahçelî ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê de îşaret bi Peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD'ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin kir û gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Bahçelî got: "QSD û YPG, li gor peymana 10'ê Adarê ya bi rêveberiya Sûriyeyê re kir tevnegere, bigere, yan na dê bi vîna hevpar a Enqere û Şamê mudaxileyeke leşkerî çêbibe. Divê her kes zanibe."