ENQERE - Rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Jinan a Sîncanê bertek nîşanî sepanên zextê yên sîstematîk dan û diyar kirin ku tu aliyekî hiqûqî yê cezayên disiplînê nînin û xwestin astengkirina mafê berdana bişert were bidawîkirin.
Bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Sîncanê re tehliyeyên gelek girtiyan hatine astengkirin. Endam û rêveberên Nûnertiya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Enqereyê, şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Enqereyê û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) hatin pêşiya girtîgehê û biryarên lijneyê protesto kirin. Endamê Şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Faîk Ozgur Erol, wekîlên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan jî piştgirî dan. Di çalakiyê de pankarta “Dawî li bêhiqûqtiya Lijneya Îdare û Çavdêriyê bînin û girtiyên siyasî berdin” hate hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla encdama OHD’ê Sîdal Bayrak ve hate xwendin.
Sîdal Bayrakê da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê mafên berdana bişert a 12 girtiyên siyasî bi awayekî keyfî tê astengkirin. Sîdal Bayrakê diyar kir ku mînaka herî şênber a sepanên derhiqûqî ya li Tirkiyeyê, Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne û got: “Ev lijneye di sala 2021’ê de hatin avakirin. Xwe dixin şûna dadgehan û mafê azadiyê yê girtiyan xesp dikin. Girtiyên nexweş ên rewşa giran û yên zêdetirî 30 sal in girtî jî di nav de, van lijneyan tehliyeyên bi sedan girtiyan asteng kirine.”
‘TU GIRTIYÊN DEMA TEHLIYEYA WAN HATÎ DI DEMA XWE DE NEHATIN BERDAN’
Bi domdarî Sîdal Bayrakê anî ziman ku lijneyên behsa xeberê lijneyên siyasî ne û wiha pê de çû: “Ev lijneye, di esasê xwe de li dijî girtiyên siyasî veguheriye mekanîzmayeke cezakirin û îşkenceyê. Bi destê van lijneyan dema înfazê ya girtiyên siyasî tê dirêjkirin. Lijne, li gorî nasnameya siyasî û ‘sûc’ nirxandinên xwe dike û tehliyeyên bişert asteng dike. Ji Çileya 2021’ê heta niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tu girtiyên jin di dema tehliyeya xwe de nehatine berdan. Mafê wan ê berdana bişert ji hêla lijneyê ve hatiye astengkirin û hêj tê astengkirin. Heta niha mafê berdana bişert a 24 girtiyên siyasî bi aşkerayî hatiye xespkirin. Ev jî nîşan dide ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê veguheriye yek ji navendên bêhiqûqtiyên sîstematîk.”
‘HINCETÊN RAZBER Û ÎDEOLOJÎK ESAS TÊN GIRTIN’
Bi domdarî Sîdal Bayrakê got ku sepana astengkirina tehliyeyan a li dijî girtiyên jin ên siytasî, ne tenê ji hêla hiqûqî lê di heman demê de şêweyekî zexta îdeolojîk e. Sîdalê Bayrakê got: “Nasname û sekna rêxistinkirî ya girtiyan, bi hincetên razber ên weke ‘entegre nebûye’ û ‘poşman nîne’ tên cezakirin. Divê avadaniya van lijneyan û şêweyê rêvebirina wan demokratîk û şefaf be û li gorî vê jinûve bên sazkirin. Her wiha divê hemû girtiyên siyasî yên dema wan a berdana bişert hatiye bên berdan.”
Sîdal Bayrakê xwest astengkirina mafê berdana bişert were bidawîkirin û têkildarî mijarê ev daxwaz rêz kir:
* Hewceye sepanên astengkirina berdana bişert tavilê bê bidawîkirin û hemû biryarên derhiqûqî û keyfî yên lijneyan ji bo girtiyên siyasî dane bên betalkirin.
* Divê mafê berdana bişert li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî ji bo hemû girtiyan wekhev bikeve meriyetê û dawî li zexta poşmanîtiyê û nirxandinên îdeolojîk bê anîn.
* Hewceye avadaniya lijneyan û şêweyê rêvebirina wan demokratîk û şefaf bin û bên kontrolkirin. Divê pêvajoya biryardayînê ji keyfîtiyê re girtî bin û endamên lijneyê li gorî esasên serbixwebûn û bêalîtiyê bên diyarkirin.
* Divê sepanên cihêkar û zayendperest ên li dijî girtiyên jin bi dawî bibin, mekanîzmayên zexta taybet a li dijî girtiyên jin ên siyasî bên teşhîrkirin û bidawîkirin.
*Li gorî daxwaza aştî, edalet û çareseriya demokratîk a civakê, divê di mijara polîtîkayên zextê yên li girtîgehan de hestiyariya civakî were xurtkirin û hesa ji van polîtîkayan were pirsin.".