NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Fîlm a Rojava, fîlmê “Heval Birako” ku senaryoya wê ji çîroka Nazim Daştan hatiye amadekirin, temam kir. Fîlm, diyarî rojnameger Nazim Daştan hate kirin.
Komîna Fîlm a Rojava çîroka ku rojnamevan Nazim Daştan qala wê kiribû, bi navê “Heval Birako” kir fîlm û diyarî Nazim Daştan kir. Derhêneriya fîlmê Nûman Yigît kir. Çîroka fîlm ji aliyê Nazim Daştan ve hatibû amedekirin û Onder Çakar jî çîrok veguherand senaryoyê.
PÊVAJOYA KIŞANDINÊ
Kişandina fîlmê di 7’ê Tebaxa 2024’an de dest pê kir û di 7’ê Cotmeha 2024’an de bi dawî bû. Beriya wê jî mehekî amedekariya kişandinê hatibû kirin. Dema filmê demjimêrek û 53 deqe ye.
MIJARA FÎLMÊ
Derhênerê filma “Heval Birako” Nûman Yigît ji ANHA'yê re axivî û diyar kir, ku fîlm li ser du birayên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin e. Ev bira ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî çanda xwe hatine perwerdekirin û li dijî gelê xwe tên bikaranîn. Lê herî dawî bi lêgerîn û hesreta wan a li hemberî hev, digihin hev. Ev çîroka gihiştina hev a du birayan e.
Nûman Yîgît, got: “Heval Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Keda heval Nazim Daştan di vê çîrokê de pir e, em jî dixwazin ji bo keda wî vê çîrokê zindî bikin. Em vê fîlmê diyarî heval Nazim Daştan dikin”.
PÊŞANDANA EWIL DÊ DI MIHRÎCANÊ DE BÊ KIRIN
Wê fîlmê “Heval Birako” di Mîhrîcana Filman a Navneteweyî ya Rojava de bê nîşandan. Mîhrîcana Filman a Navneteweyî ya Rojava wê di 13’ê Mijdara 2025’an de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bike û 7 rojan dewam bike.
Di 19’ê Kanûna 2024’an de bi balafirek bê mirov a bi çek wesayîta nûçegihan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tê de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bombebaran kir û herdu rojnamevan qetil kir.