WAN - Biryara “nepeniyê” ya li ser lêpirsîna têkildarî avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê ev 5 sal in nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak, got: “Li şûna ku li pey faîlên esasî bikevin, serî li îfadeyên hemû personelên wê demê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar dixebitîn didin. Heke encameke adilane dernekeve em ê serî li DMME’yê bidin.”
Li navçeya Şaxê ya Wanê 2 gundî ji hêla leşkerên derketin operasyonê ve ji helîkopterê hatin avêtin û bi ser bûyerê re 5 sal derbas bûn. Leşkeran, di 11’ê Îlona 2020’ê de Servet Turgut (55) ku bavê 7 zarokan e û Osman Şîban (50) ku bavê 8 zarokan e binçav kirin. Du roj piştî bûyerê, hat zanîn ku Turgut û Şîban li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê di beşa venêrîna awarte de ne.
CEZAYÊ ŞÎBAN
Derket holê ku her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Ji welatiyan Turgut di 30’ê Îlona 2020’ê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî demekî dirêj hate tedawîkirin. Piştî bûyerê, li Şîban û rojnamegerên nûçeya bûyerê çêkirin de doz hate vekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê, di 11’ê Nîsana 2023’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da Şîban. Li ser vê yekê parêzeran serî li îstînafê dan. 2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Edeneyê serlêdan red kir û li ser biryara bihincet a dadgeha herêmî, ceza erê kir.
ÎFADEYÊN LEŞKERAN
Lêpirsîna têkildarî avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê hêj mîna xwe disekine. Di pêvajoya lêpirsînê de tenê îfadeyên leşkeran derketin holê. Di îfadeyên MA’yê xwe gihandibûyê de derket holê têkildarî bûyerê şande hatiye avakirin û rayedarekî payebilind îfadeyên 40 leşkerên derketin operasyonê girtiye. Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut bi awayekî saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin û beriya helîkoptere dade erdê, ji helîkopterê hatine avêtin û ji hêla bi sedan leşkeran ve hatine lînckirin. Bi ser bûyerê re 5 sal derbas bûn lê hêj jî biryara “nepeniyê” ya li ser dosyayê didome. Serlêdanên parêzeran ên li dijî biryara “nepeniyê” jî tu encam bi xwe re ne anîn.
‘LI SER FAÎLÊN ESASÎ NASEKININ’
Parêzerê dozê Hamît Koçak, got ku lêpirsîna têkildarî “Bûyera avêtina ji helîkopterê” didome û got: “ji ber biryara nepenî/sînorkirinê haya me ji geşedanan tune ye. Em hewl didin bi awayekî agahiyan ji dozgeran bigirin lê bi hincet biryara sînorkirinê agahiyan nadin. Tenê dibêjin ku lêpirsîn didome, hêj îfade tên girtin. Li gorî texmîna me tayîna hinek ji van leşkeran derketiye û qismekê wan derketine derveyî welat. Li şûna ku ser faîlên esas bisekinin, li ser hemû personelên wê demê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar dixebitîn disekinin. Ev jî dike ku dosya vemîne.”
‘BAWERIYA ME NÎNE KU FAÎL BÊN TESPÎTKIRIN’
Koçak, da zanîn ku bi ser bûyerê re 5 sal derbas bûne lê hêj jî biryara “nepeniyê” didome û axaftina xwe wiha qedand: “Lêpirsîneke baş nayê kirin û mafê darizandina adilane ya miwekîlên me tê binpêkirin. Tu hêviya me nîne ku lêpirsîn pêş bikeve û faîl bên tespîtkirin. Mînakên vê pir in. Di dosyayên dewlet aliyekê wê ye de faîl tên parastin û dosyayan ber demborînê dixin. Xebatên me didomin. Di demên pêş de binpêkirina mafê jiyanê jî di nav de em ê ji ber gelek binpêkirinan serî li AYM’ê bidin. Heke encameke adilane jê dernekeve em ê serî li DMME’yê bidin.”
MA / Adnan Bîlen