ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo pêvajoyê diyarker e û got: “Divê tavilê zemîna mizakereyên bi sermizakerevan re bê avakirin.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Temellî, bi bîr xist ku dê di 1’ê Cotmehê de Meclis vebe û got ku divê ev serdema qanûnçêkirinê ya nû divê ji serdemên din cuda be. Temellî, got ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de geşedanên dîrokî jiyan û silavdayîna Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi bîr xist. Temellî, got ku divê siyaseta xwe ji şer û pevçûnan xweyî dike bi dawî bibe. Temellî, bi domdarî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Birêz Abdullah Ocalan, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk weşand. Ev pir girîng û kêliyeke dîrokî bû. Mirov dikare bibêje berê dîrokê guherand. Yek ji geşedana herî girîng jî kongreya PKK’ê bû ku xwedî li manîfestoyê derket û gaveke girîng avêt. Di 11’ê Tîrmehê de jî gaveke dîrokî hate avêtin û merasîma çekşewitandinê hat lidarxistin. Piştre jî ev komîsyon hate avakirin û ji 5’ê Tebaxê ve xebatên xwe didomîne.”
'DEMA XELASIYA JI ZÎHNIYETA YEKPEREST HATIYE’
Temellî, diyar kir ku êdî dema xelasiya ji feraseta îktîdarê ya berê û zîhniyeta yekperest hatiye û got: “Heke em bikarin pêk bînin, em ê yasayên aştiyê yên gelên Tirkiyeyê li bendê bixin meriyetê. Em ê bikarin yasayên pêşiya demokrasiyê vedikin bixin meriyetê. Têgehên ‘aştî’ û ‘civaka demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bang û manîfestoya xwe de behs dike, daxwaza aştî û civaka demokratîk ji me re vedibêjin. Di navenda van têgehan de jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Di vê sala nû ya qanûnçêkirinê de em mecbûr in teqez di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gavan biavêjin.”
‘MUTABEQETEK DERKET HOLÊ’
Temellî, got ku komîsyonê tevî kêmasiyên xwe jî gavên girîng avêtiye û li gelek derdoran guhdarî kiriye. Temellî, anî ziman ku her çend nêrîn cuda bin jî mutabeqetek derketiye holê ku ew jî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk e. Temellî, anî ziman ku navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Meclis e û divê muxatabiya siyasî baş were avakirin.
HEWCEYE YASAYÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK BIKEVIN MERIYETÊ’
Temellî, bi lêv kir ku ji bo sererastkirinên yasayî yên pêwîst bikevin meriyetê divê Meclis vê serdemê baş bi kar bîne û got: “Bêyî vehêlin divê yasayên pêwîst ên navên weke ‘yasaya çareseriyê’, ‘yasaya dema veguhêz’ an jî ‘yasayên entegrasyona demokratîk’ lê tên kirin, bikevin meriyetê. Her wiha hewcehî bi guhertina TCK, TMK û Qanûna Înfazê heye. Li girtîgehan pirsgirêkên cidî hene. Girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Sedema vê jî qanûna înfazê ye. Em dixwazin ev bêedaletiye tavilê ji holê bê rakirin. Ji bo guhertina van yasayan divê pakêteke darazê bê Meclisê. Hewceye ev mijar neyê vehêlandin.”
‘HEWCEYE MECLIS ZEMÎNA HEVDÎTINA BI OCALAN RE AVA BIKE’
Temellî, destnîşan kir ku divê di nava sê mehan de sererastkirinên hiqûqî bên kirin, temînatê bidin kesên çek berdane, mafên siyasî bên dayin û mexdûriyetên di dema şer de çêbûn ji holê bên rakirin. Temellî, anî ziman ku divê girtiyên siyasî bên berdan û got: “Muxatabê sereke yê di navenda van de disekine jî Îmrali ye. Bêyî ku were jibîrkirin birêz Ocalan aktorê sereke û sermizakerevan e, divê Meclis zemîna hevdîtina bi Ocalan re ava bike. Me di komîsyonê de biisrar got ku hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo pêvajoyê diyarker û krîtîk e. Divê hûn vê pêk bînin. Lê komîsyonê hêj negirtiye rojeva xwe. Di esasê xwe de ev gav gava herî xurt a ji bo çareseriya pirsgirêkê ye. Înîsiyatîfê li xwe bigirin û gavê biavêjin.”