WAN - Xebatên madenvaniyê yên weke kanên keviran, şikandin-bêjandin, tesîsên betonê û hwd. ên li cihên nêzî Gola Wanê tên kirin, yekser gefê li hewza Gola Wanê û jiyana xelkê li herêmê dixwin.
Xebatên madenvaniyê yên weke kanên keviran, şikandin-bêjandin, tesîsên betonê û hwd. ên li cihên nêzî Gola Wanê di demên dawî de tên kirin, yekser gefê li hewza Gola Wanê ku xwedî taybetiya hewza girtî ye û jiyana xelkê li herêmê dixwin. Li dora hewzê rûxseta lêgerîn û xebitandina madenên weke kevir, xîz, pomza, perlît, mermer, berdekîç, gec, kifrît, barît, fosfat, dîsten, asbest, kuvarsît, hesin, sifir, risas, çînko û manganazê yên lajwerdî yan jî ne lajwerdî hene. Ji van 52 jê niha çalak in. Komeleya Parastin û Pêşxistina Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEV-DER) li gel kanên di rewşa dikarin bixebitin de ne, li seranserî bajar zêdetirî 100 kanên madenê hene.
Ji kanên rûxseta lêgerîn û bikaranînê jê re hatiye dayin 20 jê ku di rewşa dikarin bixebitin de ne, li Wanê ne. Ji van 8 jê li Erdîşê, 6 jê li Artemêtê, 6 jê li Payîzavayê, 4 jê li Westanê, 2 jê li Miksê, 2 jê li Elbakê, 2 jê li Qelqeliyê, yek jê li Ebexê, yek jê li Şaxê û yek jî li Seravê ye.
Li herêma behsa xeberê Sîlahtoroglû Înşaat, Koroglû Dogu Înşaat, Şîrketa Lîmîted a Otomotîv Turîzm Madenvanî Xurek Pîşesazî û Bazirganiyê ya Sezeroglû, Madenvaniya Berçelanê, Oz Seyhanlar, Madenvaniya Betona Hazir, Midûrita Herêma 11’an a TCK’ê, Midûriyeta Tetkîk û Lêkolînê, Midûriyeta Giştî ya Tetkîk û Lêgerîna Madenê (MTA) dixebitin. Ji ber xebatên bêvenêrîn ên sazî û şîrketên behsa xeberê, li ser ekolojiya herêmê gefeke mezin ava bûye.
SÎLAHTOROGLÛ GRUB HEWL DIDE KAPASÎTEYA XWE ZÊDE BIKE
Koma Sîlahtaroglûyê ku ev demeke li Taxa Esenpinarê ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê tesîsa kana keviran û şikandin-bêjandinê dixebitîne, ji bo zêdekirina kapasîteya tesîsê serlêdan kir. Di serlêdanê de tê xwestin ku qada ji 24 hektaran pêk tê derkeve 94 hektaran, kapasîteya şikandin-bêjandinê bê zêdekirin û di nava salê de bi dehan dînamît bên teqandin. Ev daxwazên ku di pêvajoyên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) de bûn rojev, weke gefeke mezin a li ser hevsengiya ekolojîk a Gola Wanê û çêregehên li herêmê tê nirxandin.
Biryarên erênî yên ÇED’ê yên Sîlahtaroglû yan jî nivîsên wezaretê bi awayekî aşkera bi raya giştî re nehatin parvekirin. Tevî vê jî îdiayên zêdekirina kapasîteyê di raporên çapemeniya herêmî û rêxistinên hawirdorê de cih girtin. Ev rewş, nîşaneya kêmasiya şefafiyê ya di pêvajoyên biryardayînê de ye. Rêxistinên hawirdorê, dixwazin ku belgeyên wezaretê û ÇED’ê bên aşkerakirin.
JI BO KOROGLÛYÊ BIRYARA ‘HEWCEHÎ BI ÇED’Ê NÎNE’
Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Walîtiya Wanê, biryara xwe ya ji bo tesîsa şikandin-bêjandinê û qada stokê ku tê plankirin ji hêla Madenvaniya Înşaet Betonê Hazir a Koroglûyê ve li devera Koyustu ya Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê ya bi kapasîteya 162,5 ton/saat’ê were çêkirin, da. Walîtiyê ragihand ku bi hinceta xala 17’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” dane. Ev biryar tê wê wateyê ku tevî kapasîteya tesîsê û nêzbûna wê ya golê jî dê ji hêla ÇED’ê ve neyê nirxandin. Hişyarî tê kirin ku ev biryarên bêyî civîna bi beşdariya gel, yên bêyî lêkolîneke baş a li ser projeyan tên dayin, ji bo demekî dirêj rê li ber texrîbatên giran ên ekolojîk vekin.
TOZ, QEREBALIX Û PARÇEBÛNA JÎNEWARÊ
Bandorên hevpar ên kanên keviran û tesîsên şikandin-bêjandinê her roj bêhtir berbiçav dibin. Dengê zêde yê di dema teqandina dînamîta de û hejiyana erd, hem bandoreke neyînî li ser xelkê li herêmê dike hem jî bandoreke neyînî li ser jiyana xwezayî dike. Toza ji tesîsên şikandin-bêjandinê derdikevin, bandoreke neyînî li çêregeh, berhemên çandiniyê, ajalvanî û çandiniyê dike. Xebatên çendek km’an dûrî Gola Wanê tên kirin, dike ku xetere li ser qelîteya ava golê çêbibe. Toz û parçeyên biçûk bi barînan û hewayê re dikevin ava golê û xetereyê li ser Gola Wanê çêdikin.
ŞÎRKET JI VENÊRÎNÊ DIREVIN
Guhertinên di Rêziknameya ÇED’ê de hatine kirin û biryarên “Hewcehî bi ÇED’ê nîne”, bandora rast a van projeyan jî vedişêre. Tê gotin ku tevî ku xebata pergala girtî hatiye ferzkirin jî gelek kanên li herêmê bi vê biryarê nakin û venêrîna wan tenê li ser kaxizê dimîne. Pispor, dibêjin ku di serlêdanên zêdekirina kapasîteyê de proje dabeşî parçeyên cuda tên kirin û ev proje cuda cuda tên nirxandin û ev jî bandora rast biçûk nîşan dide. Bi vê rêbazê re şîrket, ji venêrînê direvin.
TÊ XWESTIN KU PROJEYÊN LI DORA GOLÊ BÊN SEKINANDIN
Gundiyên li Wanê û rêxistinên hawirdorê, dixwazin ku xebatên kanên keviran tavilê bên sekinandin, pêvajoyên ÇED’ê bi şefafî bên meşandin û bi taybet jî tevahiya projeyên li hawirdora Gola Wanê bên qedexekirin. Ekolojîst, dibêjin ku hewceye qadên jiyanê yên cureyên endemîk ên weke masiya golê bên parastin û anîn ziman ku girîngiya golê ya ji bo rêyên koça çûkan tê paşguhkirin.
MA / Zeynep Durgut