NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê vê sibehê rêya Tebqa-Selemiyê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi herêmên din ên Sûriyeyê ve girêdide, girt.
Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê vê sibehê rêya Selemiye-Tebqa ku deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hundirê Sûriyeyê ve, bi rêya rêyên Eseriya û Xenasir ve girêdidin, girt.
Piştî rêya Dêr Hafir-Helebê di 27’ê Îlona 2025’an de ji hêla hêzên hikumeta demkî ve hat girtin, rêwiyan berê xwe dabû vê rêyê. Bi dehan wesayît li serê rêya bajarê Tebqayê, bi hêviya di saetên bê de dîsa were vekirin, sekinîne. Li gorî ajokarên li deriyê Tebqayê rawestiyane, rê ji hêla endamên bendên kontrolê yên hêzên hikûmeta demkî ve bi rêya danîna komên axê (barîkat) hatiye girtin.
Li gorî ku ajokaran ragihandine, bi sedan wesayît û qemyon hîna li ser bendên kontrolê sekinîne û li benda rêdanê ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piranî rêwiyên di van wesayitan de xwendekar û nexweş in.