STENBOL - Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplanê got ku kurd û dostên wan, bi pêşengiya jinan, dê bi dirûşmeya "Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk azadî ji bo Ocalan" li gelek bajarên Ewropayê dakevin qadan.
Di 27'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi awayekî fiîlî dest pê kir, kurd amadekariyan dikin ku li Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), li gelek welatên Ewropayê, bi taybetî li Almanya, Fransa, Awustirya û welatên Skandînavyayê, bi dirûşmeya "Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk azadî ji bo Ocalan" dê mîtîng, meş, çalakî, belavkirina belavokan û civînên çapemeniyê bên lidarxistin. Di çalakiyên ku dê heta 11'ê Cotmehê bidomin de, dê daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û pêkanîna "mafê hêviyê" were kirin.
Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplanê der barê çalakiyên ku ew ê li dar bixin de agahî da û got: "Îsal, em ê bi daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê, bi taybetî di çarçoveya avakirina aştî û civakeke demokratîk de, bimeşin."
'ABUDLLAH OCALAN HÊVÎ YE'
Ayten Kaplanê diyar kir ku komplo di heman demê de destwerdana hêzên navneteweyî bûye ku sed sal berê sînorên dewletên serwer ên li Rojhilata Navînê xêz kirine û got: "Berxwedan û têkoşîna gelê kurd komployê pûç kir. Ev têkoşîn berdewam dike. Her çend Rêber 27 sal in li Îmraliyê li dijî polîtîkayên tecrîdê li ber xwe dide jî, ew bi pêşxistina paradîgmaya modernîteya demokratîk hêviyê dide gelan. Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navînê hêzên navneteweyî yên ku komplo pêk anîne neçar kirine ku biçin ber deriyê birêz Ocalan."
Ayten Kaplanê anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan deriyekî nû ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk vekiriye û got: "Wekî jin, em kirdeya vê pêvajoyê ne û daxwaza me ya sereke tavilê pêkanîna azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û mafê wî yê hêviyê ye. Hemû çalakiyên me yên îsal dê li dora van daxwazan bin."
ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN
Ayten Kaplanê rexne li leza hêdî ya pêvajoyê girt û got: "Birêz Ocalan rêberê gelekî ye û muxatab e. Divê li gorî wê nêzîkatî li wî bê kirin. Em bawer dikin ku Tirkiye bi cidiyeta têrker nêzî pêvajoyê nabe. Ên bang li birêz Ocalan kir hûn bûn, lewma hûn mecbûr in wî wekî muxatab esas bigirin. Şertê yekem ê ku mirov bibe muxatab, afirandina şert û mercên xebatê yên wekhev û azad e. Ango, em nêzîkatiyên wekî 'Ger ez bixwazim ez dikarim biçim Îmraliyê hevdîtinê bikim û ger nexwazim dikarim derî bigirim' qebûl nakin. Civak û tevgera kurd di vî warî de rola xwe lîstiye. Lê Tirkiyeyê di tu mijarê de tu gav neavêtiye."
'DIVÊ KOMÎSYON BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE'
Ayten Kaplanê diyar kir ku "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" tenê guhdarî dike, çareseriyan pêşkêş nake û got: "Niha divê komîsyon gavên berbiçav û qanûnî biavêje. Dikare ji bo guhdarîkirinê binkomîteyan ava bike û mekanîzmayên curbicur bi cîh bîne. Di heman demê de, divê ev komîsyon biçe cem Rêbertî û raya wî bistîne, an jî Rêbertî were Meclisê û biaxive. Banga birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd derfeteke mezin dide Tirkiyeyê. Divê Tirkiye vê derfeta dîrokî ji dest bernede."
Ayten Kaplanê bilêv kir ku divê dewlet û desthilat li gorî pêşketinan dev ji nêzîkatiya "Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim an jî na" berdin û got ku ev nêzîkatî nikare kesî bixapîne û tu pirsgirêkan çareser nake. Ayten Kaplanê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelek pirsgirêkan çareseriyên rastîn pêşkêş kiriye û wiha domand: "Birêz Ocalan ji bo gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyên alternatîf pêşkêş dike. Wî ji bo her tiştî, ji pirsgirêkên jinan bigire heya neheqiyên li girtîgehan û polîtîkayên qeyûm ên ku îradeya gel xesp dikin, çareserî pêşniyaz kiriye. Mînak, dewlet dikare qanûnekê derxîne da ku girtiyên siyasî yên di girtîgehan de serbest berde. Bi heman awayî, qanûnek dikare ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî were derxistin. Ji bo çareserkirina aloziyên civakî bi hev re, bi gel re, dikarin komînên federal û demokratîk werin damezrandin. Lê mixabin, dewletê hîn jî li ser van mijarên bingehîn gavên zelal neavêtiye."
'EM LI DIJÎ TECRÎDÊ Û POLÎTÎKAYÊN ŞER LI QADAN E'
Ayten Kaplanê bilêv kir ku ew ê wekî TJK-E li hemû qadên bajarên Ewropayê bin û ev tişt gotin: "Em ê bi paradîgmaya rizgariya jinan li dijî şerên hegemonîk ên ku di sedsala 21'ê de li ser hemû civakan tên ferzkirin, li ber xwe bidin. Ji ber ku avakirina pergala konfederal a ku birêz Ocalan pêşkêşî hemû jinan û hemû gelan kiriye, îhtîmala cîhaneke demokratîk û aştiyane û bêşer pêşkêş dike. Em ê daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ku van derfetan pêşkêşî me kiriye û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehên qanûnî, destûrî û dadwerî bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe, bi taybetî jinan dikin ku komployê şermezar bikin û xwedî li Rêbertî derkevin."
MA / Esra Solîn Dal