AMED - Danişîna doza Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û Delîl Zengeralp ku ji ber 2 pirtûkan bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tên darizandin, hat lidarxistin.
Danîşîna yekemîn a doza Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û xebatkarê weşanxaneyê Delîl Zengeralp ku ji ber pirtûkên “Dildarê Serkeftinê” ya Mahmut Aba û “Rojnivîska Berxwedana Efrînê” ya Hatîp Dîcle bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tên darizandin, hate lidarxistin. Pirtûkên behsa xeberê di 30’ê Mijdara 2024’an de li Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ya li Amedê hatibûn desteserkirin û bi vê boneyê doz hatibû vekirin. Boltan û Zengeralp tevî parêzerê xwe Resûl Tamur tev li danişînê bûn.
Di danişînê de Boltan diyar kir ku karê weşangeriyê dike û ji ber vê yekê pirtûkên ku hatine desteserkirin, çap kirine. Zengeralp jî diyar kir ku haya wî ji naveroka pirtûkan nîne û ew li weşanxaneyê pirtûkan difroşe.
Parêzer Resûl Tamur, diyar kir ku naveroka pirtûkên navborî xwedî temayên hesasiyên cîvakî ne û Weşanxaneya Aramê gelek berhemên nivîskarên biyanî jî çap kiriye. Tamûr, got: "Pirtûkên ku weşanxaneyê çap kirine ne bi her du pirtûkan ve sînordar e. Ev pirtûk li gorî nêzikatiyên weşangêriyê hatine çapkirin. Çapkirin û belavkariya pirtûkan karekî normal e. Li girtîgehê piştî nivîsandina pirtûkan, bi rêya malbatan ji weşanxaneyê re tên şandin. Murat Aba, di pirtûka xwe de serboriya xwe nivîsandiye û çap kiriye. Delîl Zengeralp, roja bûyerê li standa firotina pirtûkan bû. Roja diçe standê polîs ji wan daxwaza dayîna îfadeyê dike. Delîl bi wan re diçe îfadeyê dide. Roja din dîsa tên ji Sevînç Aldar îfadeyê digirin. Der heqê Sevînç de doz hat vekirin û beraet kir.”
‘BIRYARA QEDEXEYÊ NÎNE’
Tamur, rave kir ku pirtûk bi awayeke qedexe hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Dema ev pirtûk tên çapkirin hemû agahî di jenerîka wan de cih digire. Çapxane her hefte dema pirtûkan çap dike yekê ji dozgeriya komarê re dişîne. Pirtûkên hatine komkirin piştî ji dozgeriya komarê re hatine şandin, hatine belavkirin. Piştî çapkirina pirtûkan divê îdianame di nava 6 mehan de bê amadekirin. Der heqê pirtûkan de biryara qedexeyê nîne.”
Tamur, da zanîn ku ji hêla miwekîlên wî ve hêmayên madî û manewî yên sûc çênebûne û daxwaza beraetê kir.
Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê, daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 27’ê Çileyê 2026’an kir.