'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'

  • rojane
  • 18:41 9 Cotmeh 2025
  • |

STENBOL - Cengîz Çîçekê DEM Partiyî ku di protestokirina komployê de axivî, bal kişand ser paradîgmaya ku Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan 27 salan di hucreya yekkesî de îdeolojiya Komara Demokratîk ava kir."

 
Di daxuyaniyê de pankarta "Serokê xwe azad dikin komployê têk dibin", "Ji komployê re na, azadî ji Birêz Ocalan re" hatin vekirin û dowîzên "Ji bo aştiyeke birûmet", "Bijî biratîya gelan", "Bê serok aştî nabe", "Berxwêdana gel komployê pûç dike", "Bê serok aştî şaşitî ye", "Ji sermuzakerevan Birêz Ocalan re azadî" hatin hilgirtin. 
 
Girseya ku xwest ber bi Parka Saraçhaneyê bimeşe, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di dema rageşiyê de welatiyên i aliyê polîsan ve hatin tahmdan û ketin erdê, birîndar bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê ku bertek nîşanî astengiyê da û got: "Em bi tecrîdeke ku li ser sermuzakerevan Birêz Ocalan re rû bi rû ne. Birêz Ocalan 27 sal in di bin tecrîdê de ye. Heya tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe û bi awayekî fizîkî azad nebe, em ê bitêkoşin." 
 
Parlameneterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Komisyona MEclisê Cengîz Çiçek jî anî ziman ku komplo tenê ne li dijî Abdullah Ocalan e û got ku aştiyeke rasteqîn ancax bi rêzgirtina li jiyanê û nasnameyê dest pê dike. Çiçek ku bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan got: "Birêz Ocalan 27 salan di hucreya yekkesî de îdeolojiya Komara Demokratîk ava kir."
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Gîzem Kuzulukê ve hat xwendin.  
 
Gûzem Kuzulukê wiha got: “9ê Cotmeha 1998an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî birêz Ocalan hatibû plankirin. Di heman demê de mîladek e ji bo êrîşeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin.
 
Ji ber ku raman û paradîgmaya ku birêz Ocalan, Ocalan pêş xistibû, li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên modernîteya kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigirin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana birêz Ocalan, weke rawestiyeke ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de armanca komployê pûç kiriye.
 
Gelê Kurd ji zêdetirî sedsal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide. Têgîna ‘Kurd tune ne’, bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netewe dewletan, her hewldana mafdarî bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiye parçe kiriye. Derketina birêz Ocalan a li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ ya gelê ku zincîrên înkarê lê hatibûn danîn e. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne.’ Îro îradeya gelê me, ramana wî û rêxistinbûna wî, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.
 
Lê em vê yekê dizanin ku; azadiya gelekî ku rêberê wî dîl girtiye, kêm dimîne. Tecrîda giran a ku birêz Ocalan salan e li Îmraliyê tê re derbas dibe, ne tenê li ser kesekî lê êrişek e li dijî hêviya aştiyê ya gelekî ye. Ji ber vê yekê, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, ji bo paşeroja demokratîk a gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê, pêdiviyeke neçar e. Îro gelê Kurd li meydanan bi gotina ‘Bê Serok jiyan nabe” vê rastiyê bilind dike. Ev gotin ne tenê dirûşmek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîk a di navbera jiyana azad û rêbertiya azad de, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Di Cotmeha 2025’an de, Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanî ku sala duyemîn tijî dike, bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, belavkirina tarîtiya ku komployê afirandiye û gihandina gelên Rojhilata Navîn ber bi asoyê aştiyê ve, mezin dibe. Em jî weke parçeyek ji vê kampanyaya dîrokî, di biryardariya mezinkirina têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê de ne. Hewldanên modernîteya kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku birêz Ocalan pêxistibû, pûç derketin; berevajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike.
 
Niha erkê ku dikeve ser milê me ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya birêz Ocalan vekin. Azadiya birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê dorpêça polîsan demeke dirêj dewam kir. Piştî dorpêç bi dawî bû, girse belav bû. 
 

Sernavên din

16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin