Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê

  • rojane
  • 16:46 9 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran hate protestokirin û beşdaran diyar kirin ku divê her kes li dijî komployan dengê azadiyê bilind bikin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo aştiya gelanû siberojê gava herî şênber be.” 

 
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajaran bi pêşengtiya Platforma Sazadiyên Demokratîk (DEKUP) û bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate protestokirin. Di çalakiyan de metna hevpar hate xwendin.  
 
‘KOMPLO NE TENÊ LI DIJÎ KURDAN LÊ LI DIJÎ ROJHILATA NAVÎN BÛ’
 
Di metna hevpar de wiha hate gotin: 
 
“9’ê Cotmeha 1998’an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî birêz Ocalan hatibû plankirin. Di heman demê de mîladek e ji bo êrişeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin.
 
RAMANÊN OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR   
 
Ji ber ku raman û paradîgmaya ku birêz Ocalan, Ocalan pêş xistibû, li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên modernîteya kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigirin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana birêz Ocalan, weke rawestiyeke ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de armanca komployê pûç kiriye.
 
ÊDÎ TU HÊZ NIKARIN BIBÊJIN ‘KURD TUNE NE’
 
Gelê Kurd ji zêdetirî sedsal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide. Têgîna ‘Kurd tune ne’, bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netewe dewletan, her hewldana mafdarî bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiye parçe kiriye. Derketina birêz Ocalan a li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ ya gelê ku zincîrên înkarê lê hatibûn danîn e. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne.’ Îro îradeya gelê me, ramana wî û rêxistinbûna wî, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.
 
AZADIYA OCALAN PÊDIVIYEKE NEÇAR E 
 
Lê em vê yekê dizanin ku; azadiya gelekî ku rêberê wî dîl girtiye, kêm dimîne. Tecrîda giran a ku birêz Ocalan salan e li Îmraliyê tê re derbas dibe, ne tenê li ser kesekî lê êrişek e li dijî hêviya aştiyê ya gelekî ye. Ji ber vê yekê, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, ji bo paşeroja demokratîk a gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê, pêdiviyeke neçar e. Îro gelê Kurd li meydanan bi gotina ‘Bê Serok jiyan nabe” vê rastiyê bilind dike. Ev gotin ne tenê dirûşmek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîk a di navbera jiyana azad û rêbertiya azad de, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Di Cotmeha 2025’an de, Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanî ku sala duyemîn tijî dike, bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, belavkirina tarîtiya ku komployê afirandiye û gihandina gelên Rojhilata Navîn ber bi asoyê aştiyê ve, mezin dibe. Em jî weke parçeyek ji vê kampanyaya dîrokî, di biryardariya mezinkirina têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê de ne. Hewldanên modernîteya kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku birêz Ocalan pêxistibû, pûç derketin; berevajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike.
 
AZADIYA OCALAN JI BO AŞTIYÊ GAVA HERÎ ŞÊNBER E
 
Niha erkê ku dikeve ser milê me ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya birêz Ocalan vekin. Azadiya birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.” 
 
AGIRÎ
 
Platforma Saziyên Demokratîk, li navenda Agiriyê bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesan daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Bi Rêbertîya azad ber bi civaka azad ve” û dovîzên “Belê rewşa me gelek bi heybet e”, “Li dijî komployê berxwedan, bi berxwedanê jî aştî” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin hilgirtin. 
 
Girseyê xwest piştî meşê daxuyaniyê bide lê polîsan hewl dan asteng bikin û rê li ber rageşiyê vekirin. Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê xwest çalakiyê asteng bike. Girseyê jî bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” bersiv da polîsan. Piştî rageşiyê, daxuyanî hat dayin û metna hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Bajar Sebîh Kaya ve hate xwendin. 
 
Girseyê, piştî daxuyaniyê dorpêça polîsan ji holê rakirin û dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serop Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” berz kir. Girse, bi dirûşm û çepikan heta Cadeya Tahir Elçî meşiya û meş li pêşiya avahiya DBP’ê bi dawî bû. 
 
 
ERZIROM
 
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li navçeya Qere Çoban a Erziromê jî hate protestokirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Bajar Ramazan Karakaş ve hate xwendin. 
 
 
ÎDIR
 
Li Îdirê jî daxuyanî hate dayin. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê hte dayin. Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin û girse xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. 
 
 
EDENE 
 
Li Qada Beşocak a Edeneyê daxuyanî hat dayin û metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya ve hate xwendin. Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî di daxuyaniyê de got ku divê têkildarî “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan de gav bên avêtin. 
 
 
ÊLIH 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bûn. Metna hevpar ji hêla Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha ve hate xwendin. Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 
DÊRSIM
 
Li Kolana Hunerê ya Dêrsimê jî daxuyanî hate dayin û komplo hate protestokirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji komployê re azadî ji birêz Ocalan re” hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla endama DAD’ê Hulya Bozkurt ve hate xwendin. Wekîla Dêrsimê Ayten Kordu jî diyar kir ku tevî şertên giran ên tecrîdê ku 26 sal in didomin jî gelê Kurd dev ji aştî û demokrasiyê benedaye. Ayten Korduyê herî dawî j3ı komplo şermezar kir. 
 
 
ÇEWLIG
 
Platforma Saziyên Demokratîk, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Çewligê jî daxuyanî da û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Pêkhateyên platformê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Çewligê Şevket Kalindamar ve hate xwendin. 
 
 
XARPÊT
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Xarpêtê jî daxuyanî da. Daxuyanî, li Garaja Hozatê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî Saadet Yavuz ve hate xwendin. 
 

Sernavên din

16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin