MERSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer û got: “Ger neynûka wê zirar bibîbe berpirsiyarên wê Wezareta Dadê, serokê dadgehê û îdareya girtîgehê ne.”
Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin êdî nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Nexweşiyên weke anemî, qelewî, tansiyon û kolestrolê yên Besê Ecer hene û hate zanîn ku mîzdanka wê de ûr, di mejiyê wê de pixtî, mejîpişta wê şikestiye û fitqa wê heye. Besê Ecer a felc e, nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û hate ragihandin ku ev çar roj in li benda sewqa nexweşxaneyê ye û li revîrê tê rawestandin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mersînê Alî Bozan, têkildarî rewşa Besê Ecerê li ber Kampusa Girtîgeha Tarsûsê daxuyanî da.
‘TERKÎ MIRINÊ KIRIN’
Bozan, di daxuyaniya xwe de ev tiş got: “Dayika me Besê 78 salî ye. Neh rojan li beşa lênihêrîna awarte ma. Rexmê ku tê zanîn ku nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, ew şandine girtîgehê û terkî mirinê kirine. Ev deh roj in em bi wezaretê hevdîtinan dikin. Parêzerê wê jî li Amedê daxwazname pêşkêşî dadgehê kir û ev deh roj in tu tê rawestandin. Ger neynûna Besê Ecer zirarê bibîne berpirsiyarê wê Wezareta Dadê, serokê dadgeê û îdareya girtîgehê ne.”