ENQERE - Koordînasyona DEM Partiyê ya ku pêvajoyê dişopîne, bi serokatiya Hevserokên Giştî li Meclisê civiya.
Endamên kordînasyonê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ku piştî avabûna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate damezrandin derbarê pêvajoyê de li Meclisê civiya. Koordînasyon, beriya civîna komîsyonê ya ku dê roja înê bicive û çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bike, civiya.
Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Mîthat Sancar, Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, siyasetmedar Gulten Kişanak û gelek endamên din ên rêveberiyên partiyê beşdarî civîna kordînasyonê bûn.
