ENQERE - Weşatiyên Enqereyê têkildarî civînên budçeya sal 2026’an axivîn û destnîşan kirin ku budçe têrî gel nake û hêza kirînê nemaye.
Di Pêşniyarqanûna Budceya 2026’an a ku li Meclisê tê nîqaşkirin de, lêçûnên parastin, ewlehî, aramiya giştî û faîzê para herî mezin digirin. Di nav wezaretan de, budceya herî mezin ji Wezareta Xezîne û Darayî re hatiye veqetandin. Welatî û dikandarên ku li Bazara Batikentê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Enqerê dan û standinê dikin, diyar kirin ku divê para zêde ya budçeyê ji bo gel were veqetandin.
Welatiyan destnîşan kirin ku zema mûçeyan zema bihayên kelûpelan dabîn nake û hêza kirînê roj bi roj kêm dibe.
Welatiyên ku em li Enqerê bi wan re axivîn destnîşan kirin ku tu planek an projeyek zelal a aboriyê bi serhev bike tune ye û ev nebûna plansaziyê dibe sedema krîzek aborî.
