3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne

  • rojane
  • 09:21 21 Mijdar 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Hevserokê Çukurova GOÇ-DER'ê Mehmetalî Oral diyar kir ku heta cerdevanî, deverên mayinkirî û qedxeyên li ser mêrgn neyên rakirin, pêvajo pêş nakeve û got: "Sê milyon kes ji bo vegera li gundên xwe li benda çareseriyê ne."

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Tevgera Azadiyê ya Kurd hêzên xwe yên gerîla vekişand û ev yek metirsiya pevçûnên potansiyel kêm kir. Lê hîn jî dewletê tu gavên berbiçav neavêtine. Pratîkbûna pêvajoyê, hinekî jî dê bi hevrûbûna bi rabirdûyê re pêk bê. Mijareke din a bingehîn a li benda çareseriyê vegera koçberiya bi zorê û ji nû ve avakirina gundan e. Hevserokê Komeleya Çavdêrîkirin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Çukurovayê (Çukurova GOÇ-DER) Mehmetalî Oral, polîtîkaya koçberiya bi zorê ya sedsalî û astengiyên li pêşiya vegerê bi bîr xistin û diyar kir ku aştî tenê bi hevrûbûna bi heqîqetê re pêkan e. 
 
PÊVAJOYA DÎROKÎ YA KOÇBERIYÊ  
 
Mehmet Alî Oral diyar kir ku nîqaşa koçberiyê li Tirkiyeyê encama polîtîkayên dewletê yê sedsalî ye û got ku koçberiya mecbûrî û ya bi darê zorê îro jî cudahiya herî bingehîn e. Oral, bi bîr xist ku pêkanînên koçberiya bi zorê ku ji salên 1925'an heta salên 1990'î dom kirin, bi milyonan mirov koçber kirin û got: "Koçberiya mecbûrî di karesat û hin şeran de çêdibe, lê koçberiya bi darê zorê mirovan neçar dike ku koçber bibin. Şewitandina gundan û darvekirina mirovan digihê heya sala 1925'an. Di salên damezrandina Komarê de qanûna îskanê hat derxistin û ev pêkanîn di salên 1930, 1938, 1950 û 1990'î de berdewam kirin. 3 hezar û 428 gund û mezra hatin şewitandin û nêzîkî sê milyon mirov di navbera salên 1990 û 2024'an de ji bo metropolan hatin sirgûnkirin. Vegera sê milyon mirovên ku gundên wan hatine şewitandin, erdên wan hatine desteserkirin û heywanên wan hatine tunekirin dê çawa were misogerkirin? Ger hûn dixwazin aştiya civakî bi dest bixin, divê dewlet ji van kesan lêborînê bixwaze."
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN  
 
Oral, diyar kir ku vegerandin ne tenê biryareke siyasî ye û bi milyonan kes dê nikaribin vegerin heya ku astengiyên fiîlî yên li gundan neyên rakirin. Oral anî ziman ku pergala cerdevaniya gundan, deverên mayinkirî û qedexeyên mêrgan vegerê asteng dikin û got: "Ji bo ku gelek vegere gundên xwe, divê astengiyên ku ji hêla cerdevanan ve tên çêkirin werin rakirin. Gelê me nikare erdê xwe biçîne, heywanan xwedî bike, an çandiniyê bike. Veger ne mimkûn e heya ku cerdevan neyên vekişandin. Dewletê qedexe danîne ser mêrg û daristanan û zeviyên mayinkirî hene û divê ev werin rakirin û paqijkirin. Divê dewlet xaniyên ku hilweşandiye ji nû ve ava bike. Ger derfetên aborî û bicihbûnê werin peydakirin, mirov dê vegerin gundên xwe. Ciwanên li metropolan bi pirsgirêkên wekî tiryak, dizî û fihûşê re rû bi rû dimînin. Yek ji sedemên koçberiyê asîmîlasyon e. Kesên ku ji bo herêmên Deryaya Reş û Anatoliya Navîn hatine şandin, asîmle bûne. Koçberî îro li herêmên Mêrsîn, Edene, Dîlok, Anatoliya Navîn, Ege û Marmarayê, bi taybetî Stenbol û Îzmîrê, herî zêde ye."
 
'DÊ KES BAWERIYÊ BI KOMÎSYONA KU HEVDÎTINÊ BI OCALAN RE NEKE NEYNE'  
 
Oral, anî ziman ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û hatina wê ya Meclisê nîşana serdemeke krîtîk e û got ku divê komîsyon ne wekî komîsyoneke jirêzê wekî komîsyoneke çareseriyê were dîtin. Oral, diyar kir ku hêviya raya giştî ew e ku pêvajo zû biqede û şert û mercên vegerê werin sazkirin û got: "Komîsyona Meclisê komîsyoneke çareserî û guhertina destûra bingehîn e. Rapora lêkolînê dê ji Serokê Meclisê re were pêşkêşkirin, komîsyona têkel dê ji nû ve binirxîne û pêvajoya qanûndanînê dê dest pê bike. Gelê me dixwaze ku pirsgirêk demildest were çareserkirin; sê milyon koçberên me dixwazin vegerin gundên xwe. Niha, gelo dewlet dixwaze aştiya civakî misoger bike, pêvajoyê berfireh bike, an rêziknameyên qanûnî derxîne? Ger ev rêziknameyeke qanûnî be, ew rêziknameyek demdirêj e. Bêyî nîqaşeke meclisê tu rêzikname derbasdar nabe. Wekî platforma koçberiyê, me rapora xwe pêşkêşî meclisê kiriye. Em hêvî dikin ku ew ne wekî raporên lêpirsînê yên berê be. Muxatabê rastîn birêz Abdullah Ocalan e. Dê rapora komîsyoneke hevdîtinê pê re neke ne pêbawer be. Tekane muxatab Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ger rewş wisa be, rapora komîsyonê dê bigihîje armanca xwe." 
 
MA / Abdulkadîr Ayten    

Sernavên din

09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:14 Pêkanînan lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê