Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin

  • rojane
  • 09:03 3 Kanûn 2025
  • |
img

DÊRAZORÊ - Dêrazor a ku li Sûriyeyê di navbera bajaran de wekî pirekê ye û ji aliyê bazirganî û lojîstîkê ve xwedî cihekî stratejîk e, li herêma di bin kontrola HTŞ'ê de hîn şopên kûr ên şer dixuye, lê li aliyê Rêveberiya Xweser pêşerojeke nû tê avakirin.

Dema ku li Şamê hîn nû deriyên dikanan vedibûn, me berê xwe da Qamişloyê. Dema ku em ji bajêrê ku hemû şopên şer lê hebûn derkevin, me xwe di nava dîmenên ku dişibiya fîlmên "kovboyan" de dît. Rêyeke rast, di navbera newalekî ku dişibiya çolê de dirêj dibû. Li her du aliyên rê carinan xaniyên yek qatî yên bi rengê zer xuya dikirin.
 
Her ku em ji Şamê dûr diketin, dîtina bermahiyên şerê di navbera DAIŞ, komên din û rejîmê de pêkan bû. Hema hema li her nuqteyê em rastî wesayîteke wergeriyayî yan şewitî dihatin û me şahidiya avahiyên hilweşiyayî dikir.
 
Di dema rêwîtiya me ya bi derhênerên din ên ji Tirkiyeyê re, me li derdorê temaşe dikir û meraq dikir ka çi qewimiye. Tekane kesê ku dikaribû bersiva pirsên me bide ajokarê taksiyê yê Ereb bû, lê çavekî wî li rê û çavê din li ser telefonê bû.
 
RÊYA DÊRAZORÊ
 
Ajoker, di domahiya rê de li har dera ku înternet dikişand, vîdeoyên medyaya dijîtal temaşe dikirin. Xweşbextane piştî demekê fêm kir ku derdekî me heye û bi tevgerên destan dest bi têkiliyê kir. Lê ajaker ne Tirkî û ne jî Kurdî dizanibû, em jî bi Erebî nediaxivîn. Îngilîziya me jî tenê têra silavdayînê dikir. Baş e ku bi saya sepana wergerê ya telefonê me karîbû bi hev re têkiliyê deynin.
 
BI DEHAN NUQTEYÊN KONTROLÊ
 
Rêya ku diçe Dêrazorê û 450 kîlometre dûr e, aram bû. Ji bilî otomobîlên ku ji hember dihatin û TIR'ên barkirî yên modela 1960-70'yî, tu jiyan lê nebû. Em tenê rastî kontrolên rê yên rejîma nû dihatin. Li hin nuqteyan 1-2, li hinekên din jî 4-5 endamên HTŞ'ê nobet digirtin. Ji bereqeyan derdiketin û bi Erebî ji ajokar dipirsîn bê em ji ku tên û bi ku ve diçin. Ajokar jî her carê digot ku ew herêmê nîşanî me dide. Carinan bagaj dihatin kontrolkirin û li pasaportan dinerîn. Piştî derbaskirina bi dehan nuqteyan bi awayekî bifikar, me hest kir ku em nêzîkî jîngehek nû dibin.
 
NAVENDA ŞER: DÊRAZOR
 
 
Cihê ku em nêzîk dibûn Dêrazor bû, ku demekê DAIŞ'ê wekî navend bi kar dianî. Her ku em nêzîkî navenda bajêr dibûn, şopên şerê giran hîn diyartir dibûn. Li her du aliyên rê avahiyên ku ji ber êrişên hewayî û şerê giran wêran bûne, çend parçe eşyayên mirovên ku belkî qet nikaribin vegerin malên xwe û neçar mane li dû xwe bihêlin...
 
Dêrazor li rojhilatê welat e û bajarekî girîng e ku li qeraxa Çemê Firatê ye. Yek ji bajarên xwedî rûbera herî mezin e. Wekî yek ji warên herî kevnar ên Mezopotamyayê, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrol û gaza xwezayî tê naskirin. Ji ber ku li derdora Çemê Firatê ye, ji bo çandiniyê guncaw e. Beriya şerê navxweyî, aboriya herêmê piranî li ser enerjî û çandiniyê bû.
 
Lê piştî DAIŞ'ê bi salan bû navenda şer. Kontrola bajêr di demên cuda de di navbera DAIŞ û rejîmê de dest guherand. Avahiyeke ku zirar nedîtibe nemaye. Binesazî, xizmetên giştî, av, ceyran... çi were bîra mirov ji ber şer nedihatin bikaranîn. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di nîvê sala 2017'an de li dijî DAIŞ'ê operasyonek mezin da destpêkirin û DAIŞ ji navenda bajêr derxist. Bajar niha bûye du parçe. Rojavayê Firatê di kontrola HTŞ'ê de, rojhilatê wê jî di kontrola HSD'ê de ye.
 
GORISTANA WESAYÎTÊN ZIRXÎ
 
 
Herêma di bin kontrola HTŞ'ê de, tevî ku sal derbas bûne jî hîn şopên şer li ser xuyaye. Ji hin avahiyan tenê îskelet mane, pencere şikestî ne, rê tijî çal in. Dîrekên ceyranê xwar bûne, hin kolan hîn di bin kavilan de ne, hemû tabela an rengê wan çûye an jî nivîsên ser wan nayên xwendin.
 
Ji ber toza ku ji çolê û kavilan tê, bêhnsitandin zehmet e. Lê mirov hînî vê rewşê bûne. Gelê ku di dema şer de bajar neterikandine an jî vegeriyane, di nava kavilan de pêdiviyên xwe yên rojane bicih tînin. Ji wesayîtan zêdetir motosîklet hene.
 
Piştî derbaskirina nuqteya kontrolê ya sereke, li aliyekî rê em rastî goristaneke wesayîtan tên; bi sedan tank, obus û wesayîtên zirxî yên leşkerî li ser hev hatine komkirin. Hema li pêşiya wê em dikevin taxeke ku şer herî zêde lê qewimiye. Di nav kolanan de makîneyên kar kavilan radikin, lê dîtina avahiyeke saxlem ne pêkan e.
 
Li her derê endamên HTŞ'ê yên çekdar nobedê digirin, kesên ji kolan û kuçeyan derbas dibin kontrol dikin. Ajokarê ku hînî vê tabloyê bûye, em hişyar kirin ku em bi komputer an bi telefonê dîmenan nekişînin.
 
Piştî rêwîtiyeke 20 deqeyan em gihiştin Çemê Firatê. Dema ku em di rêza dûr û dirêj a wesayît û motosîkletan de hêdî hêdî diçûn, me pira ku pêwendiya bajêr pêk dianî û di dema DAIŞ'ê de hatibû teqandin dît. Ji ber ku pira kevn nedihat bikaranîn, kanalîzasyona betonê an jî boriyên avê li ser hev hatine danîn û pireke demkî hatiye çêkirin.
 
SÎNORÊ HSD Û HTŞ'Ê: FIRAT
 
 
Li aliyekî endamên HTŞ'ê yên çekdar, li aliyê din jî şervanên HSD'ê yên dest li ser tetîkê rawestiyane. Piştî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de rewşa vir jî asayî bûye. Di demên dawî de tu rewşeke şer neqewimiye.
 
Şêniyên herêmê bi rihetî derbas dibûn, lê fikarên me zêdetir dibûn. Ajoker bi tevgerên destan hewl dida vebêje ku em kemberên xwe vekin û wekî şêniyên herêmê tevbigerin. Piştî sohbeta kurt a ajokar û endamên HTŞ'ê, em di ser "pira" ku her kêlî xetereya ketina avê hebû re derbas bûn û derbasî herêma di bin kontrola HSD'ê de bûn.
 
JIYAN DI HERKA XWE YA ASAYÎ DE YE
 
 
Li vir xala pêşîn a ku balê dikişand ew bû ku kontrol hîn tundtir dihat kirin. Li wesayîtan yek bi yek dinerîn, kontrola nasnameyan dihat kirin. Piştî derbaskirina nuqteya kontrolê, wek em ketibin erdnîgariyeke cuda; an zêde şer neqewimîbû an jî şopên şer hatibûn paqijkirin. Ji bilî çend avahiyên ku ji şer zirar dîtibûn, her avahî li cihê xwe bû. Jiyana rojane di herka xwe ya asayî de berdewam dikir; rê paqijtir bûn, li zeviyên çandiniyê yên hêşîn ên li derdora xaniyên zer ên yek qatî xebateke bi lez hebû, mirovan ajalên xwe diçêrandin.
 
 
Beşeke mezin a şervanên HSD'ê yên li nuqteyên kontrol û asayîşê nobedê digirin Ereb in, ji şêniyên herêmê hatine hilbijartin. Rêveberiya cewherî ji ewlehî û asayîşê dest pê kiriye. Têkiliya bi mirovan re jî bi Erebî tê danîn. Di diyalogên di navbera endamên asayîşê û ajokar de me tenê dikaribû peyvekê fêm bikin; peyva "heval".
 
Endamên HTŞ'ê hemû ji mêran pêk dihatin, li nuqteyên HSD'ê em rastî endamên ewlehî û asayîşê yên jin jî hatin. Hema hema li ser rêya her gundî nuqteyeke kontrolê hebû, li her nuqteyê heman sepan dihat kirin. Rawestgeha me ya din jî wê Qamişlo bûya.
 
Sibê: Rêwîtiya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve
 
MA / Azad Altay  

Sernavên din

09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin