ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî ragihandina xweseriyê li ser qedexeya derve 10 sal bihurîn. Hizna Arslan a ku 10 sal in cenazeyê keça xwe Hacer Arslanê digere, got: “Kezeba min şewitî, bila kezeba tu dayikekê neşewite. Hevêviya me sekana xwînê û hatin aştiyê ye.”
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, li ser daxwaza gel xweserî hat ragihandin li ser qedexeya derketina kolanan 10 sal derbas bûn. Bi qedexeya 14’ê Kanûna 2015’an ve bajar hat dorpêçkirin û pêdiviyên wek av, ceyran û ragihandinê hat astengkirin. Bajarê ku bê 79 rojan bênavber bi çekên giran hat bombebarankirin, pitik, zarok, jin û pîr bûn hedefa êrişan. Di êrişan de jê 177 kes di jêrzemînan de 288 kes hatin qetilkirin. Nexasim ji ber cenazeyên di jêrzemînan de nehatin teşxîskirin, bi salan nedan malbatan.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan; 1 jê pitik 41 zarok, 22 jin hatine qetilkirin. Rexmê derbasbûna 10 salan hêj kes nizane cenazeyê 14 kesan li ku ye. Li gorî rapora ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan hatiye amadekirin, mirênên herî zêde ji ber astengkirina ambûlansan çêbûne.
DOZ HATIN VEHÊLANDIN
Piraniya serlêdanên ku ji bo darizandina faîlan hatine kirin bêncam mane û di 5 dosyayan de der barê faîlan de biryara lêgerînê hat dayîn. Parêzerên malbatan ji bo 70 dosyayên ku dozgeriyê biryara neşopandinê dabû, serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dabû, piştî ku serlêdanên wan hatibû redkirin bi daxwaza mafê jiyanê hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Destûra Bigehîn dan. AYM’ê têkildarî 54 dosyayî de serlêdan red kir û der barê 16 dosyayên din de hêj biryara nedaye.
53 DOSYA LI DMME’YÊ NE
Malbatên ku bersivek ji AYM’ê wernegirtin, bi rêya parêzeran der barê 52 dosyayî de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.
14 CENAZE HÊJ WINDA NE
Li gorî daneyên Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER); Aqûbeta Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Arslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Asalan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Sercan Ugan, Mustafa Kaçanlu, Emrah Aşkin û Sakîna Durmîş nayê zanîn.
Hizne Arslan (50) yek ji dayikên keça xwe digere. Hizne Arslan, di dema qedexeyên kolanan de keça xwe Hacer, kurê xwe Mehmet Saît û birayê xwe Selîm Turay ji dest da. Hizne Arslan, ev 10 sal in li cenazeyê keça xwe digere.
Hizne Arslanê diyar kir ku keça wê li Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê ya girêdayî Şarederiya Cizîrê dixebitî û di dema qedexeyan ji ber rûxandina mala wan, barî mala xizmên xwe kirine. Hizne Arslanê rave kir ku herî dawî roja 35’emîn de keça xwe dîtiye û ji wê rojê û vir de careke din keça xwe nedîtiye.
DEMA LI KEÇA XWE DIGERIYE MIRINA BIRAYÊ XWE HÎN BÛ
Hizne Arslanê, diyar kir ku dema li aqûbeta keça xwe dipirsî hîn bûye ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: “Ev 10 sal in birînên me hêj baş nebûne. 10 sal in cenazeyê keça min hêj nehatiye dîtin. Cara ewil navê Hacerê di lîsteya kesên li jêrzemînan de jiyana xwe ji dest daye, hat aşkerakirin. Em bûn şahidê gelek wehşetî. Qala edaletê dikin. Baweriya min bi vê deweletê nîne.”
‘MIN EW JI DIRANÊN WÎ NAS KIR’
Hizne Arslanê got: “Me tenê mirin nedît ji mirinê jî xirabtir dît. Nedîtina cenazeyê wî, nedanîna şînê ji mire xirabtir e. Êşa nedîtina kur û birayê xwe û nedîtina cenazeyê keça xwe ji her êşê girantir e. Ji bo dîtina keça xwe min dehan car xwîn da. Tiştên ku ez jiyam ne tiştên asayî bûn. Laşê kurê min parçe bûbû, min ew ji diranî wî nas kir. Heta cenazeyê kurê min ji Rihayê anîn Cizîrê bi dehan nuqteyên qontrolê de derbas bûn. Her cara ku ez li Cizîrê nuqteyên kontrolê de derbas dibim, ew roj tên bîra min.”
‘BILA GOREKE WÊ HEBE’
Hizna Arslanê diyar kir ku keça wê Hacer Arslanê, staja xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kiriye û ji ber wê ev 10 sal in nikarin biçe wir û wiha pê de çû: “Me gelek caran xwîn da lêbelê dewlet dibêje ‘cenazeyê keça we ne di destê me de ye’. Bi rêya parêzeran gelek serlêdan kir lê tu encam wernegirt. Ger nasname jî hebe bila bidin min ez, gorê de veşêrim û bibêjim ‘ev gora keça min e’. Kavilên ku jêrzemînan derket, li ber çem rijandin û li serê park çêkirin. Ka edalet? Ji bo çi kes dengê me nabihîse?”
‘BILA AŞTÎ WERE’
Hizna Arslanê qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û wiha axaftina xwe bidawî anî: “Me tu carî şer nexwest. Kezeba min şewitî, bila kezeba tu dayikekê neşewite. Bila aştî were. Bila deriyên zindanan vebe. Bila Abdullah Ocalan azad be. Hêvî dikim ku şerê bidawî be. Ev banga min e ji bo dayikan; berpirsiyariyê li xwe bigirin û ji bo aştiyê bixebitin. Bila dayik êdî negrîn.”
MA / Emrullah Acar
