AMED - DEM Partî li Êlihê meşa “Budçeya ked û aştiyê” li dar dixe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî krîza aborî û xizaniyê ji bo mezinkirina dengê edaletê, ji çar aliyan ve ber bi Enqereyê ve meşa “Budçeya bo ked û aştiyê” dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Êlihê meşê li dar dixe. Heveroka Giştî ya DEM Partiyê Tulaya Hatîmogûllari jî di meşê de cih digire. Meş, li Parka Yilmaz Guney dest pê kir û dê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê bi dawî bibe. Ji vir jî dê ber bi Enqereyê ve meş were dest pê kirin.
Berfirehiya nûçeyê tê...
