ŞIRNEX - Ruken Alpalsan a di qedexeya derketina Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê di Adara 2016'an de li goristana bêkesan hatibû definkirin, Malbatê li gel ku cenaze teşhîs kiribûn jî piştî 2.5 sal şûnde cenazeyê keça xwe girtin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û heta 2’ê Adara 2016’an berdewam kir. Yek ji kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dabû Ruken Alpaslan bû. Li gorî nûçeya JINNEWS'ê malbatê ligel teşhis kirin jî dîsa nekarîbûn cenaze bigirin û mînaka xwînê dabûn. Ligel ku testa DNA’yê berê jî diyar bûbû, di Tebaxê de bi malbatê re parve kirin. Malbatê piştî testa DNA'yê bi wan re hat parvekirin, cenaze ji goristana Bêkesan a Mêrdînê hat girtin û birin Qesra Serçixan a Nisêbînê defin kirin. Piştî cenaze radestî malbatê hat kirin şûnde dosya dan parêzeran. Di dosyaya lêpirsînê ya hîna berdewam dike de derket holê ku dema cenaze hatiye dîtin mehek şûnde mînakên DNA’yê bi malbatê re heman bûye lê du sal û nîv şûnde agahî dane malbatê.
LI HEMAN HERÊMÊ 27 CENAZE HATIN DÎTIN
Di doza hatiye vekirin de tê diyarkirin ku di 9’ê Sibata 2016’an de di lêgerîna li Taxa Cudî de 3 cenaze ku yek ji van jin e hatiye dîtîn û bi van cenazeyan re li heman herêmê 27 cenaze hatine dîtin. Di dosyayê de tê gotin cenazeya berê li avahiya hejmara C-3185 hatiye dîtin, piştî mehan şûnde hat gotin ku li avahiyek din bi bombeyek ku pîma wê nehatiye kişandin hatiye dîtin.
5 CENAZE LI DERVE HIŞTIBÛN
Wê demê li gel cenazeyê Rukenê 17 cenaze li taxê hatibûn dîtin. Cenaze û ji bo otopsiyê dibin Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê. Di 13’ê Sibata 2016’an de bi hinceta dolabên vala tune ye 5 cenaze li derve hatine hiştin û ev di girtekan de jî cih digire. Di pêvajoya li nexweşxaneyê hatine sekinandin de ji 17 cenazeyan 3 heb nasnameyên wan hatine tespîtkirin û radestî malbatan hatine kirin. 14 hebên din li nexweşxaneyê tên sekinadin. 5 cenazeyên çend rojan li derve dimînin jî çend roj şûnde bîhn didin û li ser vê yekê bêyî otopiyê li goristana bêkesan tên definkirin.
CENAZE DI 1'Ê ADARA 2016'AN DE LI GORISTANA BÊKESAN DEFIN KIRIN
Cenazeyên ku Ruken jî di nav de piştî karên otopiyê kirin di 1’ê Adara 2016’an de ji nexweşxaneyê tên girtin û li goristana bêkesan defin kirin. Lê tevî ku Ruken tê definkirin û DNA’ya wê bi DNA'ya malbatê re re li hev derdikeve jî 2 sal û nîve şûnde agahiyê didin malbatê. Li ser vê parêzeran serlêdana sûc kirin.