STENBOL – Hevberdevka OHP’ê Îlknur Alcan di hefteya 73’yemîn a Nobeta Edaletê de axivî û got: “Desthilatdarî dixwaze bi navbeynkariya dadgeran yên muxalefetê dikin dîzgîn dike.”
Parêzeran li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê ji bo hevalên wan ên girtî bên berdan di hefteya 73’yemîn Nobeta Edaletê li dar xistin. Piştî ku parêzeran nobet girt daxuyaniya çapemeniyê dan. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî pişgiriyê da parêzeran.
Di çalakiyê de ewil parêzer Sadîfe Karataş Kural axivî û diyar kir ku êdî baweriya wan bi edaletê nemaye û her roj ên tên kuştin, girtin, ji nava jiyana wêdetir dikin, yên ji ber tunebûnê terk dikin, koçber dibin zêde dibin.
ALCAN: DESTHILATDARÎ ALÎGIRÊN XWE DIKE DADGER
Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Îlknur Alcan jî axivî û destnîşan kir ku ew avahiyên dadgehan li edaletê nagerin û got: “Desthilatdarî alîgirên xwe dike dozger û dadger. Bi van kirinan ewlehiya hiqûqa li welat jî tune dikin. Desthilatdarî dixwaze bi navbeynkariya dadger û dozgeran ên muxalefetê dikin dîzgîn dike. Em ê li her qadê têkoşîna ji bo edaletê dewam bikin.”