MÊRDÎN - Danişîna 4'emîn a doza 17 zarokên ku di serdema qedexeya kolanan de hatibûn girtin dê sibê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.
Di 26'ê gulana 2016'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di serdema “qedexeya derketina kolana” de bi ser 70’ê kesî re ji taxan hatibûn tehliyekirin û pişt re jî hatibûn binçavkirin. 70 kesên ku 17 jê zarok bûn û hat ragihandin ku di bin çavan de bi îşkenceyê re rû bi rû mane pişt re hatin girtin. Çaremîn danişîna doza zarokan dê sibehê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.