ŞIRNEX - Malbatan bertek nîşanî qedexekirina bîranîna dê li Qada Galatasarayê bihatana kirin dan. Malbatan got: "34 xizmên me bi awayekî hovane hatin kuştin. Ditirsin bi vê komkujiyê hevrû bibin."
Li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê, di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 welatî bi balafirên şerî hatin kuştim. Xizmên 34 kesan do hefteya xwe 353'yan a lêgerîna ji bo edaletê de careke din li ser gorên xizmên xwe hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyê 34 kesên hatin kuştin hatin hilgirtin û daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Velî ENcu ve hat xwendin.
‘HELBET Ê HESAB BÊ PIRSÎN'
Encu bi bîr xist ku Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê xwest di meha 81'emîn a komkujiyê de bîranîn li ber Lîseya Galatasarayê bê kirin û got: "Kesên Komkujiya Roboskiyê bê ceza dihêlin, hemû rêyên hiqûqê girtine niha jî çalakiya ji bo lêgerîna edaletê qedexe dikin. Em malbatên Roboskiyê baş dizanin wateya vê yekê çî ye û ji bo çi wisa tê kirin. Gelek jê zarok 34 xizmên me bi awayekî hovane hatin kuştin. Ditirsin bi bi vê komkujiyê re hevrû bibin."
Encu got: "Helbet dê hesabê Roboskiyê bê pirsîn."