* Vedat Kalkan ku di girtîgehê de ji ber îşkenceyê nxeweşîna bîpolar û şîzofreniyê lê peyda dibe, bêyî ku bê tedawîkirin wî dibin leşkeriyê. Kalkanê nehat tedawîkirin, hevjîna duyem a bavê xwe Kûdret Kalkanê dikuje. Xwişka wî Hediye Kalkan got: "Ger kujerê Kûdret Kalkanê Vedat be, kujerê Vedat jî dewlet e."
* Li ser bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê re 4 sal derbas bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, a wê demê xebatkara tenduristiyê bû, berî bûyerê û piştî bûyerê vegot û got: “Hikûmetê ji wê serdemê qet ders dernexistiye.”
* Li mezrika Rezanê ku navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ye, niha ji ber bê avêtiyê hema bêje hişk bû.
* Rafiye Geylan ji bo kurê xwe yê girtî bibîne 20 salên emrê wê ji Şemzînanê di rêya Erzirom, Mûş, Gumuşhane û Xarpêtê de derbas bûye. Geylan destnîşan kir ku, di tu serdemê de wekî niha maf nehatine binpêkirin û got: "Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em bibin dengê nav çar dîwaran."
* Meclîsa Jina ya Manîsayê, ji bo di hilbijartina herêmî de namzeta xwe ya keyatiyê ya jin tev digerin. Jinan behsa projeyên xwe yên taxan kirin.
* Siyasetmedaran destnîşan kir ku dê bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li krîza aborî û siyasî bê û gotin: "Sedema krîza aborî û siyasî tecrîd e. Demildest divê bidawî bibe."
* Raporên 2017'an ên Sayiştayê nîşan didin ku ka budçe çawa bi awayekî hovane tê xerckirin. Sala çûyîn 45 saziyên cemaweriyê tenê ji bi ezimandin û temsîlê 193 milyon û 518 hezar û 681 lîre pere xerc kirine.
* Der barê 11 gundiyên di sala 1993'yan de bi darê zorê hatin windakirin û wekî Doza Pasûrê tê zanîn, ji bo lêkolînê pêşnizyanmeyek berpêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin. Lê belê Serokatiya Meclîsê bi hinceta di naveroka pêşniyaznameyê de peyva "kiryar nediyar" heye pêşniyazname îade kir.
* Danişîna 4'emîn a doza 17 zarokên ku di serdema qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbîna Mêrdînê de hatibûn girtin, dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (09.30)
* Parlamenterên HDP û malbatên girtiyan, dê derbarê rewşa girtî û hikûmxarên li Girtîgeha Tîpa T a Duzce dimînin de, li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)
* 4'emîn danişîna doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi KHK hat girtin Îdrîs Sayilgan dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin. (11.00)
* Rêxistinên hempîşeyî yên tenduristiyê, dê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Torosa Mêrsînê derbarê kuştina Dr. Fikret Haciosman de daxuyaniyê bidin. (12.30)
* Danişîna doza darizandina Hevşaredarên Qûserê yên girtî Leyla Salman û Îsamîl Asî, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (13.00)
* Endamên Baroya Amedê, ji bo faîlên cînayeta Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî bê dîtin, dê li ber Edliya Amedê daxuyanî bidin. (13.30)
*8'emîn danişîna darizandina Hevşaredara Nisêbînê ya girtî Sara Kaya dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
*Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, dê darbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de, li ÎHD'ê daxuyanî bide. (14.00)