MANÎSA - Meclîsa Jinan a Manîsayê, ji bo di hilbijartina herêmî de namzeta xwe ya keyatiyê ya jin tev digerin. Jinan behsa projeyên xwe yên taxan kirin.
Meclîsa Jinan a Manîsayê, xebatên xwe yên ji bo namzetên xwe yên jin ên keyatiyê didomîne. Meclîs, 3 meh in ji bo hilbijartina herêmî dixebite û namzetên xwe yên keyatiyê ji bo hilbijartinê amade dike. Namzetên keyatiyê yên taxa Şehîtler û Yarhasanlar ên navçeya Şehzadeyan Şadiye Ûysal û Bîlgen Yavûz behsa projeyên xwe û jiyana xwe kirin.
Li Taxa Şehîtlerê dayika 2 zarokan Şadiye Ûysal (55), anî ziman ku dema ew 3 salî bûye wê û birayê wê li Antayayê dane Wargeha Hêvişandinê û dema bavê wê notirvanê Tapû Kdastroyê bûye, tevî 3 kesan bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û miriye. Ûysal, diyar kir ku piştî bavê wê miriye diya wê ji ber rewşa aborî wê û birayê wê daye wargeha zarokan û got: "Ji wê rojê ve min hewl da li ser piyan bisekinim. Dema me dan wargehê wê çaxê birayê min 6 mehî bû. Piştî em bûn 6 salî me ji hev veqetandin. Ez li Antalyayê mam, birayê min jî şandin Konyayê. Wê çaxê siûda min hebû. Em di wargehê de 150 kes diman. 50 jê keç, 100 jê jî kur bûn. Ên dixebitîn û dixwnedin hebûn. Min jî hemşîretî xwend. Em bi bûyerên nebaş re rû bi rû neman. Em û zarokên bi hev re diman, me tim piştevaniya hev dikir. Hîn jî bi wan re dipeyivim. Min di 15 saliya xwe de diya xwe nas kir. Min nizanibû diya min sax e. Em û birayê xwe jî hevdu dibînin. Dema bûm 18 salî ji wargehê derketim."
‘JI ALÎKARIYÊ HEZ DIKIM'
Ûysal, anî ziman ku piştî 18 saliyê dewletê qet alîkariya wan nekir û got: "Loma piştî ji wargehê derketim zewicîm. Heta niha di navbera min û hevjînê min de tu pirgirêk çênebûne. Lê rewşa herkeî wek a min nabe. Min bihîst hin tiştên nexweş hatine serê hevalên min. Heta ji destê min tê alîkariya mirovan dikim. Li taxê di warê tenduristiyê de alîkariya cînarên xwe dikim. Ên nikaribin biçin nexweşxaneyê wan dibim nexweşxaneyê. Ji çareserkirina pirsgirêkên jinan, alîkariyê û têkoşînê hez dikim. Bêyî berjewendî. Niha jî li taxa xwe alîakriya malbatên rewşa wan nebaş dikim."
‘EZ Ê LI CEM JINA BIM'
Ûysal, bilêv kir ku cînarên wê xwestiye ji bo keyatiyê bibe namzet û got: "Min jî got çima nebe. Em jin dikarin li her derî tev bigerin. Li taxa me hin dar hatin jêkirin. Ji ber xwedî li wan derneketim pir xemgîn bûm. Min jî got çima ji bo taxa xwe tiştekî nekim. Dixwazim destpêkê ji bo zarok û dayikan parkekê çêbikim. Ez yeko yeko hay ji pirsgirêkên taxa xwe heme. Bi taybetî jî dixwazim ji bo pêdiviyên jinan û pirsgirêkên wan li cem wan bim. Çi ji destê min bê ez ê karibim bikim. Li taxê gelek ciwan hene ketine tora tiryakê. Ji bo vê jî çi hewce be ez ê bikim. Ciwanên me bi mirinê re rû bi rû ne. Dixwazim em û jinan bên cem hev û behsa mafên xwe bikin."
‘PIRSGIRÊKÊN TAXAN PIR IN'
Li Taxa Yarhasanlarê jî dayika 2 zarokan Bîlgen Yavûz (46) jî, esnaf e. Marketa wan heye û ew û hevjînê xwe bi hev re bi rê dibin. Her wiha Yavûz endamê gelek saziyên jina ye jî. Yavûz got: "Niha keyayê taxê mêr e. Lê şêniyên taxê jê nerazî ne. Hema bêje hemû keya mêr in. Dixwazim jin bin. Di warê rêyan de pirsgirêk hene. Dema em ji keyayan re dibêjin, dibêjin ev ne karê wan e karê şaredariyan e. Ronahiyên hin kuçeyan tune ne. Mirov ji kar tên. Çend caran hatiye gotin, lê nehatine çêkirin. Bêyî ciyawazî em ê ji bo heq, hiqûq û demokrasiyê tev bigerin."
Yavûz, diyar kir ku bi taybetî jî ew ji bo berên ku jin hildiberînin kermesan çêbikin û ew ê hewl bidin aboriya jinê baş bibe. Yavûz, destnîşan kir ku ew ji bo ewraqên ku gel tînin cem keyayan pere nestîne. Yavûz, anî ziman ku ew ji niha ve yeko yeko li malan digerin û li ser medyaya civakî jî wan namzetiya xwe ya ji bo keyatiyê daxuyandiye. Yavûz got: "Azayên min hatin cem min. Em dixwazin bi projeya keyayên jin, jin li her qadê bin. Mesela ez esnaf im. Dema ez deynê mirovan bi bîra wan dixim dibêjin 'ne tu, em ê bi hevjînê te re biaxivin.' Yanî jinê paşguh dikin. Ji bo rê li ber vê yekê bê girtin bûm namzet."
MA / Ayşe Surme – Nimet Olmez