AMED – Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tên girtin, derbarê zordestiyên di girtîgehê de serî li Şaxa ÎHD’a Amedê dan. Malbatan, diyar kirin ku ava kanalîzasyonê bi girtiyan didin vexwarin û ava ji girtîgehê anîbûn, ji bo lêkolînkirinê teslîmî rêveberiyên ÎHD’ê kirin.
Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya li Agiriyê, ji roja hatî vekirin û vir ve bi pêkanînên xerab di rojevê deye. Malbatên dinava hefteyê de çûn hevdîtina xizmên xwe, derbarê zordestî û bipêkirinên mafan ên li girtîgê tên jiyîn de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Malbatên girtiyan, ava vexwarin ya ji girîgehê anîbûn, ji bo lêkolînkirin teslîmî rêveberiyên ÎHD’ê kirin.
'LEŞER BI KÛÇIKAN VE BI SER QAWÎŞAN DE DIGIRIN’
Dayika, Necdet Tarlak ê di girtîgehê de Nuran Tarlak, diyar kir ku kurê wê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sîrgûnî girtîgeha Patnosê kirin û wiha axivî: “Berî du rojan çûm hevdînê. Dema em li salona bendemanê radiwestiyan av birîn. Berê gardiyan li salonê radiwestiyan, lê vê carê leşker radiwestiyan. Kurê min hat û min wî pir xerab dît. Min jê pirs kir çi ji te hatiye? Ji min re got ‘li vê derê tim lêdan û zordestî heye. Ev du rojin jî leşker bi ser qawîşan de digirin. Di dema serdegirtinê de îşkence û heqaret li me kirin.’ Di heman demê de ava kanalîzasyonê bi zarokên me didin vexwarin û bi vê ava qirêj girtî serê xwe jî dişûn. Ji ber vê di canê wan de pirzik derdikevin. Ji gewriya gelek girtiyan xwîn tê. Dîsan xwarinê nadin wan. Sê danên rojê tenê savarê didin girtiyan. Hem zarokên me birçî dihêlin û hem jî wan derp dikin. Zarokên me ne bêxwedîne. Em van pêkanînan qebûl nakin. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim. Li dijî vê zilmê bêdeng nemînin û bi lezgînî şandeyekê bişînin girtîgeha Patnosê.”
‘LI PATNOSÊ ZAROKÊN ME BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Dayika Yakûp Eryilmaz ê girtî Dursiye Eryilmaz jî, diyar kir ku zarokan wan bi mirinê re rû bi rû ne û wiha bilêv kir: “Tecrîta li Îmraliyê, belavî hemû girtîgehan bûye û li hemû girtîgehan pêk tînin. Niha di girtîgeha Patnosê de tecrît heye. Zarokên me birçî dihêlin. Pirsgirêkên wan ên birina nexweşxanê û rêvîrê didomin. Cardin rojname û kovaran nadin wan. Ez dixwazim şandeyek biçe girtîgeha Patnosê û bûyerên li wê derên tên jiyîn lêkolîn bikin.”