WAN - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Bedran Bedran, banga tevlibûna Konferansa Ciwanên Herêma Serhedê ya HDP’ê ya li Artemêtanê pêk bê kir û got: “Yek ji rojevên wan ên sereke tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û dê di konferansê de li ser tecrîtê nîqaş bikin.”
Meclîsa Cîwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibe saet 10.00’an de li avahiya navçeya Artemêtana Wanê “Konferansa Ciwanên Herêma Serhedê” ya bi îşara “Em xwe birêxistin bikin, azad bibin” pêk bîne. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn dê beşdarî konferansê bibe.
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Wanê Bedran Bedran, ji bo konferansa dê sibe bê lidarxistin, diyar kir ku beşdarbûna ciwanan pir girînge û wiha axivî: “Emê di konfransê de li ser pirsgirêkên ciwan dijîn û rastê tên nîqaş bikin. Em dixwazin hemû kes beşdarî konferasnê bibin. Xebatên me yên ciwanan ên HDP’ê berdewam dikin. Weke Meclîsa Ciwanên HDP’ê em hewl didin ciwanek exlaqî û polîtîk ava bikin. Li ser ciwanên herêmê bi her awayî êrîş û zext hene. Êdî zarokên 12 û 13 salî jî tiryakê bi kar tînin. Li hemberî êrîşên li ser ciwanan divê em rê û rêbazên têkoşînê pêş bixin. Ji ber vê yekê em li bendêne hemû ciwanên herêmê beşdarî konferasnê bibin.”
'EM Ê LI SER PÊVAJOYÊ NÎQAŞ BIKIN'
Bedran, da zanîn ku ew ê li ser pêvajoyê nîqaş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber aboriyê her ku diçe ciwan bêkar dimînin. Emê li ser vê nîqaş bikin. Yek ji rojevên herî mezin ên heyî krîza aborî ya mezin dibe ye. Dîsan emê têkildarî tecrîta li ser Birêz Ocalan nîqaş bikin. Tecrîta li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Ji ber vê yekê pirsgirêkên mezin ên welat hene û krîza aborî her ku diçe mezintir dibe. Emê vê mijarê jî nîqaş bikin.”