WAN – Rojnameger Adnan Bîlen ê li Wanê serê sibê polîsan bi ser mala wî de girtibû dema ji bo îfade bide çû Miduriyeta Polîsan hat binçavkirin.
Li Wanê polîsan serê sibê bi ser mala rojnameger Adnan Bîlen de girtibû. Bîlen ji ber ne li mal bû nehatibû binçavkirin. Li ser vê yekê Bîlen çû Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê û xwest îfade bide. Bîlen li Miduriyeta Polîsan hat binçavkirin û sedemê binçavkirinê nehat zanîn.