MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê di serema “qedexeya derketina kolanan” de 17 zarok hatibûn girtin û her yekê bi 76 caran bi cezayê hepsê yê “muebeta giran” tên darizandin di daneşîna çaremîn de derketin pêşberî dadger û dîsa nehatin berdan.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de di 26’ê gulana 2016’an de 17 jê zarok bi ser 75 kesî re hatibûn derxistin. Piştî binçavkirinê 17 zarok jî hatibûn girtin. Danişîna çaremîn a doza zarokan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Tenê du zarok beşdarî dozê bûn û 15 zarok ji ber SEGBÎS nehat girêdan beşdarî danişînê nebûn.
Parêzer û malbatên zarokan jî doz şopandin. Darizandin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Du zarokên tev li danişînê bûn berdana xwe daxwaz kirin.
Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û gotin ji hinceta girtina wan ji ber ew li Nisêbînê bûne û tu delîlek sûcên xistine stûyê wan jî tune ye.
Dozger xwest zarok girtî bên darizandin. Heyeta dadgehê jî ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin û şertê kontrola edlî kêm bimîne biryara dewama girtina zarokan da.
Danişînek din taloqî 15’ê mijdarê hat kirin