RIHA - Fadil Şenyaşar ê li Pirsûsê, xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bav û du birê wî kuştin, ji ajansa me re name şand û got: “Di warê hiqûqî de em rastî bêmafiyeke ku qet nehatiye dîtin hatin. Ez banga xwedî derketina li malbata xwe dikim.”
Fadil Şenyaşar ê di arîfeya Cejna Remezanê de, di 14’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê alîgir û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî ferdên malbata wî kirin, bavê wî Haci Esvet Şenyaşar û du birayên wî Celal û Adilî kuştin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re ji girtîgehê name şand. Şenyaşar di nameya şand de, banga xwedî derketina li malbata xwe kir.”
Fadil Şenyaşar ê di bûyerê de birîndar bibû, bi sûcdariya birayê parlamenter Yildiz Mehmet Şah Yildiz kuştiye, di 17’ê Hezîranê de çawan ji nexweşxanê hat derxistin, hatibû girtin. Şenyaşar, di nameyê de diyar kir ku ew rastî bêmafiyek mezin hatiye.
'BÊMAFÎ LI ME HAT KIRIN'
Şenyaşar di nameya ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2’yemîn a Xarpetê şandî de ev agahî dan: “Li girtîgehê di hucreyek yek kesî de dimînim. Aqlê min tim li ser malbata mine. Ez ji we tika dikim ku hûn malbata min bi tenê nehêlin. Xwedê êşa ku daye me ne de tu kesên din. Bêmafî li me hat kirin. Di warê hiqûqî de em rastî bêmafiyeke ku qet nehatiye dîtin, hatin.”