AMED - Derbarê kuştina rêveberê Teşkîlata MHP’ê ya Amedê Mehmet Îçlî de, 4 kes hatin binçavkirin.
Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar, li navçeya Karaza Amedê di 3’yê Cotmehê de bi çekê êrîşî rêveberê Teşkîlata MHP’ê ya Amedê Mehmet Îçlî kirin û kuştin. Di lêpirsîna derbarê bûyerê hat destpêkirin de 4 kes hatin binçavkirin.
Navên kesên hatin binçavkirin wihane: “H.K., Y.K., Ş.K. û H.K.” 4 kesên lêpirsîna wan li Midûryeta Polîsan a navçeyê bi dawî bûn, sewqî edliyê hatin kirin.
Derbarê kesên hatin binçavkirin de, nehat zanîn ka têkiliya wan bi bûyerê re heye, yan na