MÛŞ – Rojnameger Îdrîs Sayilgan ê ji sala 2016’an vir ve bi hinceta xebatên rojnamegeriyê tê darizandin nehat berdan.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Îdrîs Sayilgan ji sala 2016’an ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” di girtîgehê de tê darizandin. Danişîna çaremîn a doza Sayilgan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin û ji Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê bi SEGBÎS’ê beşdar bû.
Parêzer di danişînê de amade bûn û malbata Sayilgan doz şopand.
Dozger bi hinceta gumana revê heye daxwaza berdewama girtina Sayilgan kir.
SAYILGAN: EV DOZ ÎSPATA ROJNAMEGERIYA MIN E
Sayilgan bi rêya wergêr parastina xwe bi kurdî kir û got: “Îdianameya hatiye amadekirin ji ber nasnameya min a ez rojnamegerek muxalîf im. Lê ev dozek siyasî ye. Doz bi qasî siyasiye ew qas jî bi derewên polîsan tije delîl kirin e. Divê di hiqûqê de îdia ne li ser gotinan li ser delîlên şênber bên îspatkirin. Ji ber vê îdianameya derew ev du sal in ez girtî me. Armanc jî ew e rojnamegerên kurd û muxalîf heps bikin. Ez îdiayên we qebûl nakim. Ez rojnameger im di rojevê de çi hebe ez ê li wir bim û geşedanan bişopînim. Bi vê re jî girêdayî ev doz îspata ku ez rojnameger im. Ev girtin ne ehlaqî û ne jî wîjdanî ye. Eleqey vê girtina min bi hiqûqê re nîne. Dixwazin bi giritn û dozvekirinan dengê rojnamegerên girtî qût bikin. Ez berdana xwe dixwazim.”
‘JI AZADIYA XWE BÊ PAR E’
Parêzera Sayilgan, Zelal Pelîn Dogan jî neanîna miwekîlê wê ya dadgehê rexne kir û got: “Em naxwazin ku parastina miwekîlê min li ser SEGBÎS’ê bê girtin. Ne darizandinek adil e. Sînorkirina azadiya wî binpkêkirina maf e. Miwekîlê min rojnameger e.”
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir û bi hicneta “sûcekî bi qewet heye û gumana dê bireve heye” berdana Sayilgan red kir û biryara dewama girtinê da.
Her wiha Ayşe Çîçek Tutuş, Hatîce Şeker û Ayşe Soylemez jî di heman dosyeyê de tên darizandin û bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn û ew jî nehatin berdan.
Heyetê danişînek din taloqî 24’ê kanûnê kir.