AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku dixwazin Tahîr Elçî ji bîra civakê paqij bikin û got: “Navê Elçî yê li park û kolanan hat kirin, hemû guhertin. Lê wê civak tu demê Elçî ji bîr neke.”
Baroya Amedê di hefteya 144’emîn de li ber Edliyaya Amedê ji bo serokê wan ê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin çalakî li dar xist. Hevpîşeyên Elçî cubeyên parêzeriyê li xwe kirin û pankarta “Em ê te ji bîr nekin” vekirin û Elçî bibîr anîn û daxwaza dîtina kûjeran kirin.
‘ÊRÎŞEK LI DIJÎ HIQÛQA GERDÛNÎ BÛ’
Serokê Baroyê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku êrîşa li dijî Tahîr Elçî êrîşek li dijî rêgeza hiqûqa gerdûnî û edaletê bû û di şexsê Elçî de êrîşek li dijî nirxên mirovahiyê bû. Ozmen anî ziman ku rayedarên hikumetê ku soza dê qatilên Elçî derbixin holê dabûn bi cih neanî û soza rayedaran bibîra wan xist. Ozmen diyar kir ku dixwazin Tahîr Elçî ji bîra civakê paqij bikin û got: “Navê Elçî yê li park û kolanan hat kirin, hemû guhertin. Lê wê civak tu demê Elçî ji bîr neke. Ew hiqûqnasek mezin bû.”
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê bi dawî bû.