ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 12 wekîlên HDP’ê û 3 wekîlên CHP’ê de bi daxwaza “destnedayîna wan bê rakirin” fezleke amade kir.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 12 wekîlên HDP’ê û 3 wekîlên CHP’ê de 15 fezlekeyên cuda amade kir û ji bo li Meclîsê bê nirxandin ji Wezareta Dadê re şand. Serdozgeriyê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” ji ber axaftinan der barê Pervîn Buldan, Ayhan Bîlgen, Ayşe Acar Başaran, Alîcan Onlu, Berdan Ozturk, Bedîa Ozgokçe Ertan, Feleknas Uca, Fîlîz Kerestecîoglu, Kemal Bulbul, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier û Nîmetullah Erdogmuş de fezleke amade kir.
Her wiha serdozgeriyê ji bo parlamenterên CHP’ê Çetîn Osman Budak, Erdîn Bîrcan û Aykut Erdogdu de jî ji sûcê “Heqaret li serokomar kirin e” fezleke amade kir.