WAN - Rojnamevan Adnan Bîlen jî di nav de 16 kesên li Wanê di avêtina ser malê de hatin binçavkirin hatin berdan.
Li Wanê û navçeyên wê îro danê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Rojnamevan Adnan Bîlen, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci jî di nav de 16 kesan hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, 16 kesên bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hatin binçavkirin bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.