STENBOL - Li Tirkiyeyê di şert û mercên herî zor û zehmet de, yekemîn derhênera weşana giştî ya jin Gurbetellî Ersoz bi gotina xwe ya "Ger çapemenî rastî binivîsanda dê ev qas mirov nemirana" tim di bîra mirovan de ye û niha jî gelek rojnamevanên jin li gor vê rastiyê tev digerin.
Di ser mirina Gurbetellî Ersozê re 21 sal derbas bûn. Ersoz di şert û mercên herî zehmet de di rojnameyeke ku tim bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû dima de nivîsand û bi vê liv û tevgera xwe di kevneşopiya çapemeniya azad de ji bo jinan bû pêşeng. Ersoz ku li Tirkiyeyê yekemîn derhênera jin a weşana giştî ye, dema di 3'yê Kanûna 1994'an de li Stenbolê buroya Rojnameya Ozgur Ulkeyê hat bombekirin, roja din bi manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne" rojname derxist û meydan xwest. Ersoz ku bi gelek çewisandin, êrîş û girtinan re rû bi rû ma di 1995'an de tev li PKK'ê bû û di 7'ê Cotmeha 1997'an de di pevçûnekê de mir.
Dema Ersoz li Zanîngeha Çûkûrovayê wekî peywirdara lêkolînê dixebitî, di sala 1983'yan de ji bo rêxistinbûyîna Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Çûkûrovayê tev geriya û loma her sal li Zanîngeha Çûkûrovayê ji bo bîranîna wê çalakî tên lidarxistin.
Ersoz, li Edeneyê bi Kovara Hedefê siyaset û şoreşgerîtî nas kir û di sala 1989'an de hat girtin. Piştî di sala 1993'yan de ji girtîgehê derket, di Rojnameya Ozgur Ulkeyê de xebitî.
AVÊTINA SER ROJNAMEYÊ, BINÇAVKIRIN, GIRTIN...
Di 10'ê Kanûna 1993'yan de dema polîsan avêt ser rojnameyê, Ersoz tevî 17 xebatkarên rojnameyê hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 6 meha di Girtîgeha Bayrampaşayê de ma. Lê belê piştî çewisandin zêde bûn Ersoz di 1995'an de tev li nav PKK'ê bû. Piştî 2 salan di 7'ê Cotmeha 1997'an de li Kurdistana Federeyê mir. Ersoz di navbera 1995-96'an de rojnivîsk nivîsand û ev bi navê "Gurbet'in Guncesi - Yuregimi Daglara Nakşettim" hat çapkirin.
Di rojnivîska xwe ya bi sernavê "Guneş ulkesîne yolculuk" de pirtûka Omar Cabezas a bi navê "Dagdan Kopan Ateş" bi bîr dixe. Her wiha di rojnivîska wê de di warê têkoşîna jinan de yek ji nivîsên wê yên girîng jî nivîsa wê ya bi ser navê "Bi qasî şerê li hemberî mêran, ez ê ji xwe dest pê bikim û jinê bedewm bikim" e.
Rojnamevan Nadîre Mater ku di dema rojnameya Ozgur Gundemê de Ersozê nas kir, di nivîseke xwe de gotûbêja ku wê û Ersozê di sala 1994'an de kiriye bi bîr dixe. Mater dibêje: "Wê çaxê 29 salî bû. Di odeyeke biçûk de, ne li ser qoltixa derhêneriyê, li ser kursiya derhêreriyê wekî ku bi salan e rojnameyê bi rê ve dibe bi edîtor û nûçegihanên dikevin hundur û dertên re nîqaş dike, guhdariya wan dike û pêşniyazan dike. Bi enerjyeke muthîş dikir. Mirov bawer nedikir. Bi heyranî min lê dinerî."
Ersoz, i gotûbêjê de diyar dike ku mirov bi rojnameyê rihetir xwe digihîne mirovan û digot: "Min tim rojnameyeke pir baş dixwend. Loma zû hînî nivîsandina nûçeyan bûm. Tişta herî xweş jî ew e ku mirov xwe bigihîne her derî, beriya herkesî hay ji qewimînên li welatê xwe û cîhanê hebe. Beriya xwendina rojnameya rojane, nûçeyên kuştina nûçegihanan, an binçavkirin, windakirin, desteserkirina rojnameyan tên. Ozgur Gundem rojnameyeke dijraber e, em bi awayekî cuda nêzî pirgirêkan bûn, ev jî bi wêrekiyê pêkan e. Nabêjim mukemmel e, lê qebe be jî me ew cudatî zevt kir û me wekî rojnameya kurdan wesifand."
Her wiha Ersoz di heman gotûbêjê de bilêv dike ku, her diçe hejmara rojnamevanên jin zêde dibe. Ersoz diyar dike ku lê belê di qada çapemeniyê ya derhênerên weşana giştî mêrên de, derhênereke weşana giştî ya jin nayê dîtin û dibêje: "Helbet derhêneriya weşana giştî ya jineke kurd girîng e. Di salên dawî de jina kurd li gor mêrê kurd pêşdetir çûye. Cihê ku niha ez lê me, tevî hewldana min a şexsî girêdayî vê yekê ye jî."
KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD A ERSOZÊ DEWR KIR
Rojnameya Ozgur Gundemê ku di sala 2016'an de bi KHK'ê hat girtin, ji bo bal bikişîne ser zext û zoriyên li ser rojnameyê kampanyaya Derhêneriya Weşana Giştî ya Nobedar dabû destpêkirin û gelek kes tev li vê kampanyayê bûbûn. Lê belê der barê kesên tev li kampanyayê bûn gelakan jê de lêpirsîn hatind estpêkirin.
Her wiha di 16'ê Tebaxa 2017'an de jî polîsan avêt ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û rojname mohr kirin û gelek xebatkarên wê derb kirin û binçavkirin. Lê belê kevneşopiya çapemeniya azad a ku nivîskar, nûçegihan û belavkarên wê jî di nav de 27 xebatkarên wê bi cinayetên kiryar nediyar hatin kuştin û 147 sal ceza li xebatkarên wê hat birîn, ji cihê ku Ersozê dewr kiriye hîn jî didome.
MA / Necla Demir