DÎLOK - Li Dîlokê di dema "bûyerên Kobaniyê" de 5 kes miribûn. Parêzer Adnan Erol, bilêv kir ku kiryarên sereke tên veşartin û bi destê darazê şanoyek tê lîstin û got: "Darazê ji mirovên ku li heman taxê rûdinên yek jê kir bersûc, yek jî kir muştekî."
Dema sala 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kir, li Tirkiye û gelek deverên cîhanê ev êrîş hat protestokirin. Lê belê polîs û leşkeran bi çekan êrîşî van protestoyan kirin. Di mudaxileya polîs û leşkeran de û di pevçûnên bi endamên HUDA-PAR'ê re 46 kes mirin û ev yek wekî "Bûyerên Kobaniyê yên 6-8'ê Cotmehê" hatin binavkirin.
Yek ji van bajarên ku bûyer lê qewimîn jî Dîlok bû. Li taxên Vatan, Beydîllî, Beybahçe, Karayilan, Guzelvadî û Firatê ku kurd daketin kuçeyan, bûn hedefa polîsa, leşker û komên nîjadperest.
Di van bûyeran de Suleyman Balci (15), Sevgî Alici (16), Omer Ûçaker(27), Şahîn Dogan (27) û Mûsa Bayram (26) mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşan û mirinan di sala 2014'an de lêpirsîn hat destpêkirin û doz li 11 kesan hat kirin. Hemû bersûc li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Dîlokê bi awayekî negirtî tên darizandin. Parêzerê malbatên mexddûr Adnan Erol doz nirxand.
‘DARAZ KIRYARÊN SEREKE VEDIŞÊRE'
Parêzer Erol, bilêv kir ku kesên tên darizandin, ne kiryarên sereke û bi vî awayî kiryarên sereke tên veşartin. Erol got: "Me dîmenên ku bi dest xistin yeko yeko raçav kirin. Bi awayekî aşkere tê dîtin ku polîsan li taxên kurdan mudaxileyî êrîşan nekiriye. Di dîmenan de mirin û kuştin naxuyê, lê belê kesên di dest wan de dar, çek û sator hene. Divê ev bi 'cinayetê' bên tawanbarkirin. Lê bi qanûna Jimare 6136'an hatin darizandin û beraet kirin. Bi hezaran kes ji taxên din hatin êrîşî taxên kurdan kirin, lê belê tenê ji bo formalîteyê 5-10 kes hatin darizandin û ew jî beraet kirin."
‘JI CÎNARAN YEK JÊ BERSÛC, YEK JÊ JÎ MUŞTEKÎ YE'
Erol, bilêv kir ku hem di dema lêpirsînkirinê hem jî di dema şopandinê de wan hem ji dozger hem jî ji heyeta dadgehê re gotiye ku kesên di dosyeyê de ne bersûcên rast in û ew giliyê wan nakin, lê belê darazê ji kesên li heman taxê rûdinên û cînarên hev in yek jê kiriye bersûc yek jê jî kiriye muştekî. Erol, anî ziman ku ji ber vê dê piraniya kesên bersûc beraat bikin û got: "Çimkî ev bersûc ne bersûcên rast in."
Erol, bilêv kir ku ew dixwazin kiryarên rast û sereke bên darizandin û cezakirin, lê belê aşkere ye ku dê daraza heyî li gor edaletê tev negere. Erol got: "Kesên ew kes kuştin ji taxn din hatine, me di dema lêpirsînê de di dîmenên ku ji çapemeniyê hatin girtin de dît, lê mixabin kesên di bûyerên Kobaniyê de mirin kiryarên wan nediyar in. Yanî ne edalet, bêedaletî derket holê. Jixwe armanca wan jî ne edalet e."
Lê belê Erol, bilêv kir ku dîsa jî ew ê dev ji berpirsiyarên sereke bernedin û heta kiryarên sereke û rast neyên darizandin çi ji destê wan bê ew ê bikin.
MA / Muhammed Abdulkadir Esen