STENBOL - Parêzerê Omer Kavîlî yê dî saetên şevê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Sîlîvrî ve hat girtin, di saetên serê sibê de hat berdan.
Li Sîlîvriya Stenbolê, parêzer Omer Kavîlî yê di danişîna muwekîlê xwe de hat derpkirin û ji salona danişînê hat avêtin di saetên şevê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Sîlîvrî ve hat girtin. Kavîlî bi hinceta “Di dosyayê de xwe mafdar dayîna nîşandan û naveroka dozê vale derxistin” hat girtin.
Gelek sazî û dezgehan bertek nîşanî girtina Kavîlî dan û ji ber bertekan, Omer Kavîlî piştî 24 saet şûn de hat berdan.