ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Girtiyên nexweş nekin amûrê polîtîkayan.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo girtiyên nexweş li ber Sumerbanka berê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê û rêxistina HDP’a Îzmîrê beşdarî daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc vaye hûn dibînin dimirin’ vekirin.
Reveberê ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da û wiha axivî: “Di şert û mercên xerab ên girtîgehên Tirkiyeyê de 402 jê giran, hezar û 154 girtiyên nexweş dijîn. Girtiyên nexweş nayên derman kirin û tedawiya wan tên taloqkirin. Îro dewlet berpirsê dermankirina girtiyên nexweşe, lê dewlet û hikûmet vê peywira xwe nayînin cih. Em dixwazin ev girtiyên nexweş bên berdan. Da ku derve bên dermakirin. Girtiyên nexweş nekin amûrê polîtîkayan. Em dixwazin bi awayekê mirovî û di çarçoveya mafên navneteweyî de nêzî girtiyên nexweş bibin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqan bi dawî bû.