ÊLIH - Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan di çalakiya heftane ya 410’emîn de, gotin ku “Ew me hepsê salonan bikin jî, em ê dîsan têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Li Êlihê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 410’an de li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz û Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz beşdarî çalakiyê bûn.
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Rumeyza Denîz Kaya, ewê li gel hemû qedexe û astengiyan aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsîn.
'EM Ê TU ÇARÎ DEST JÊ BERNEDIN'
Sekreterê Şaxê Fahrettîn Asutay dûre daxuyaniya hefteya 410’emîn xwend û wiha got: “Çalakiya wan ne tenê li Êlihê, li Amed, Stenbol û bajarên din jî tê astengkirin. Ligel van hemû qedexeyan jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dema em li hefteya 410’emîn mêze dikin, me dîrokek pir mezin li dû xwe hiştiye. Di 27’ê Gulana 1995’an de têkoşîna xizmên windayan dest pê kir û heya roja îro dewem dike. Ev daxwaza me mafdare û rêveberên vî welatî birêve dibin jî vê yekê baş dizanin. Ji ber vê em ê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernedin. Em ji bo hemû windayan edaletê dixwazin. Li vê derê em carek din vê daxwaz xwe nû dikin.”