* Bi hinceta peyvên wek "asîmlasyona xwezayî" û "Polîtîkayên asîmlasyonê yênbi salan ên Tirkiyeyê" pêşniyaznameya lêkolînê ya Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç hat îadekirin.
* Li Gevera Colemêrgê, 2 sal berê wesayîta zirxî kesên li ser peyarêyê dimeşiyan gulebaran kiribû. Di gulebaranê de 4 kes miribûn û 2 kes jî birîndar bibûn. Lê belê hîn jî polîsên ev yek pêk anîn nehatine cezakirin. Dê danişîna dozê di 11'ê Cotmehê de pêk bê.
* Bi hinceta peyvên wek "asîmlasyona xwezayî" û "Polîtîkayên asîmlasyonê yênbi salan ên Tirkiyeyê" pêşniyaznameya lêkolînê ya Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç hat îadekirin.
* Serokatiya Daîreya Bacê ya Stenbolê, ji malbata girtiyê nexweş Mehmet Canpolat ku di 2015'an de mir teblîxata îaşeyê şand. Daîreya bacê teblîxat li ser navê Canpolat şand.
* Parêzera Ocalan Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan berdewamiya "komployê" ye. Gunay, detnîşan kir ku Ocalan bi paradîgmaya xwe hesabên serdestan serobino kiriye.
* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Findikê hat kirin, av hat qutkirin û çop nehatin komkirin. Di nav salekê de qeyûm tenê 4-5 caran serdana navçeyê kiriye û şaredarî radestî namzetê AKP'ê yê sala 2014'an ku nehat hilbijartin hatiye kirin.
* Şaredariya Wêranşarê ya DBP’ê wekheviya zayendî lê pêşxist, piştî qeyûm hat tayînkirin, li jinan hat girtin. Endama berê ya Meclîsa Şaredariyê Zuhre Tatli, karê ewil ê qeyûm girtina saziyên jinan bû. Xebatkara berê ya şaredariyê Zuleyha Çalman jî, diyar kir ku ewê di hilbijartina herêmî de hesap ji hişmendiya li dijî jinan bipirsin.
* Baroya Amedê, di çarçoveya projeya "Piştgirî dayîna mafê zarokan" de rapora binpêkirinên mafên zarokan ên li Sûrê tespît kirin, dê li Otela Rodîson Blu eşkere bikin. (11.00)
* Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê dê konferansa "Em xwe birêxistin bikin û azad bibin" lidar bixwe. (12.00)
* Endamên Platforma Şaxa KESK'ê ya Rihayê, dê kesên di Komkujiya Gara Enqerê 10'ê Cotehê de, jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên wan bibîr bînin. (14.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, dê li Otela Taksîm Hîlle beşdarî "Hevdîtina Ciwanên Marmara" bibe û dûre jî beşdarî "Yekîtiya Taxan" a li avahiya HDP'ê ya Stenbolê pêk bê bibe. (10.00-15.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, dê derbarê tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, li avahiya partiyê nîqaş bikin. (16.00)